Li Reqayê 2 roj rewşa awerte hate ragîhandin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hunidrîn a Reqayê ji bo 2 rojan rewşa awerte ragîhandin.

Li Reqayê 2 roj rewşa awerte hate ragîhandin
24 hezîran, 2018   05:29

REQA

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê agahî wergirtin ku şaneyên razayî yên teroristan derbasî Reqayê bûne û hewl didin di bajar de êrîşan pêk bîn in. Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê rewşa awerte ji bo 2 rojan ragîhandin.

fermandariya Giştî ya hêzên ewlekariyê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîsakî weşand û got ku rewşa awerte îro ji saet 05.00'an de destpê dike û wê 2 rojan dewam bike.

Daxuyaniya fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wihaye:

"Ji bo gelê me û raya giştî:

Hêzên istxbarata yên di nava sîstema me ya ewlekariyê de kar dike, agahî wergtirtin ku hin komên teroristan ku ji çeteyên DAIŞ'ê re kat dikin, Reqayê bûn. Komên behsa mijarê ku ji hin aliyan hatine fînasekirin amadekariya pêkanîna êrîşan dikirin. Armanca wan bi vê yekê ewe ku aramî û ewlekariya herêmê binpê bikin.

Li ser vê yekê hêzên me ji bo bersiva êrîşên komên terorist bidin li tevahî bajar belav bû, li riya ketin û derketina bajar bi cih bûn û tedbîrên ewlekariyê ji bo misogeriya ewlekariya welatiyan û bajar girtin. Her wiha kontorlkirin û şopandin ji aliyê hêzên me ve pêk hat. Kesayetên ji Meclîsa Sivîl a Reqayê cihên xwe di girtina agahiyan di cih de werin girtin û şaştî pêk neyên.

Li gorî pêwîstiyên ewlekariyê û berjewendiya giştî, rêveberiya giştî ya hêzên ewlekariya hindirîn qada Reqayê, rewşa awerte û qedexeya derketinê li tevahî bajarê Reqayê ragîhandin. Rewşa awerte îro 24'ê hizêrana 2018'an saet di 05.00'an de destpê dike û dê heta roja sêşemê 26'ê hizêrana 2018'an saet di 05.00'an de dewam bike. Rêveberiya me bangê li hemû kesî dike ku li gorî naveroka vê daxuyaniyê tevbigerin da ku xeterî bi dawî bibe û dawî li teroristan were û pîlanên wan ên qirêj were têkbirin.

ANHA