Ûca: Di hilbijartinan de dê hesabê dagirkeriyê were pirsîn

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku komkujiya li Pirsûsê beriya hilbijartinan yek ji provokasyonên AKP’ê ye da çavê gel bitirsînin û got ku dewleta tirk ji bo ku dengê nîjadperestan hilde bi tehdît û operasyonên li ser Qendîlê dixwaze dengên AKP’ê zêde bike.

Ûca: Di hilbijartinan de dê hesabê dagirkeriyê were pirsîn
22 hezîran, 2018   06:36

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca rewşa hilbijartinên li Tirkiyeyê ku 24 Hezîranê were kirin û  armanca dewleta Tirk di rojevkirina mijara Qendîl û Pirsûsê çi ye nirxand.

Feleknas Ûca di destpêka nirxandina xwe bal kişand ser xebatên xwe yên hilbijartina ku di nav rewşa awarte de didin meşandin de û wiha got: “Hilbijartinên li Tirkiyeyê ne tenê ji bo serokkomariyê her wiha ji bo derxistina parlamenteran e jî. Namzetê serokkomariyê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş e, lê belê niha li girtîgehê rehîn hatiya girtin û xebatên xwe yên hilbijartinê di nav çar dîwaran de dimeşîne. Her wiha bi van hilbijartinan re êrîşên li ser HDP’ê jî zedêtir bûn.  Wekî ku tê zanîn piştî ku destnedayîna parlamenterên HDP’ê hate rakirin parlamenteriya 11 parlamenterên me hate sekinandin, 9 parlamenterê me hatina girtin û di nav çar dîwaran de rehîn bûne. Di nav salekê de bi hezaran xebatkar û rêveberên partiya me hatin girtin.”

Pêşeroja wî welatî bi dengê HDP’ê dê zelal bibe

Feleknas Ûca diyar kir ku piştî 15 Tîrmehê, darbeya sivîl li Tirkiyeyê pêk hat, Tirkiye û bakurê Kurdistanê bûne girtîgehên servekirî û êrîş, qetlîam li ser gelê kurd zêde bûn, bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin, bi sed hezaran gel li ser erdnîgariya xwe koçber bû û êrîş li ser partiya wan zêde bûn û wiha axivî: “Em di demeke wiha de xebatên hilbijartinê dimeşînin. Hewldan û têkoşîna me benda ji sedî 10 derbaskirin e. Her wiha armanca êrîşên dewleta tirk li ser HDP’ê ew e ku pêşeroja wî welatî bi dengê HDP’ê zelal bibe. Eger HDP benda barajê derbas bike wê îktîdara AKP’ê ji destên wan derkeve û sîstema Erdogan dixwaze ava bike, wê nekare pêk bîne.”

Ev hilbijartin wekî hesabpirsînekê ye

Feleknas Ûca di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser îttîfaqên Erdogan û wiha got: “Erdogan li dijî destkeftiyên gelê kurd îttîfaqa xwe bi MHP, Tansû Çîller û Mehmet Agat re çêkiriye. Em jî li dijî wan îttîfaqan bi gelê xwe re îttîfaqa xwe çêdikin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin wekî hesabpirsînekê ye.”

Roj roja biryardayînê ye

Feleknas Ûca anî ziman ku gel ji AKP’ê re dibejê ku me sîstema wan nas kir, êdî em jî dibêjin roj roja biryardayînê ye û wiha pê de çû: “Yan em ê ji bo azadiya gelan û demokrasiyê îttîfaqa xwe xurt bikin an jî wê li dijî hemû gelan sîstema yekzilamî were avakirin û yek zilam jî wê êrîş û qetlîamên xwe zêdetir bike. Ji ber wê dema ku gelê me here ser sindoqan komkujiyên heya niha ku bi destê îktîdarê hatine kirin, bîne bîra xwe. Eger HDP bi ser bikeve dê li wî welatî azadî bi pêş bikeve, eger bi ser neket em dikarin bibêjin ku ev welat wê ber bi dîktatoriyê we here.”

Bi operasyona li ser Qendîlê dixwaze dengên xwe zêde bike

Ûca got ku armanca dewleta tirk di rojevkirina mijara Qendîl û Pîrsûsê de diyar dike ku AKP tengijiye û ev tişt anî ziman: “Herî dawî dewleta tirk mijara Qendîl û Pirsûsê kiriye rojeva xwe. Dewleta tirk ji bo dengê nîjadperestan zêde bike bi tehdît û operasyona li ser Qendîlê dixwaze rayan zêde bigire. Ev sîyaseta wan bi pêş neket. Ji ber wê niha çi bikin bila bikin, ew hesab di 24’ê Hezîranê de dê ji wan were xwestin.”

Komkujiya Pirsûsê provokasyoneke AKP’ê ye

Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca di nirxandina xwe de diyar kir ku komkujiya li Pirsûsê beriya hilbijartinan yek ji provokasyonan e da ku gel çavtirsî bikin û kes neçe dengê xwe nede û wiha berdewam kir: “Di rapora otopsiyê de hovîtiya wan derket holê. Li tu dewletekê hovîtiyeke wiha çênebûye. Li nexweşxaneyê mirov li pêş çavên polîsên Tirkiyeyê hatine birîndarkirin. Li dijî wan êrîşan kesî destwerdan nekir. Her wiha li gelek cihan walî li ser navê AKP’ê diçin gundan û dengan dixwazin. Ev jî diyar dike ku AKP di ve hilbijartinê de tengijiye û hemû sîstem ji bo AKP’ê dixebite.”

ANHA