‘Li hemberî faşîzmê dengê xwe bidin HDP‘

Partiya Komunist a Kurdistanê bang li demokrasîxwaz, şoreşger û gelên Bakurê Kurdistanê kir ku li hemberî faşîzmaya AKP‘ê bibin yek û dengê xwe bidin HDP.

‘Li hemberî faşîzmê dengê xwe bidin HDP‘
20 hezîran, 2018   15:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Komunist a Kurdistanê, di daxuyaniyekê de têkildarî hilbijartinên Tirkiyê ku dê 24‘ê Hezîranê pêk werin bang li kesên demokrasîxwaz, şoreşger û gelên Bakurê Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe çêbikin û li hemberî faşîzmaya AKP‘ê dengê xwe bidin Partiya Demokratîk a Gelan.

Di daxuyaniya de hate gotin,"Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi qehremanî li hemberî dîktatorî û faşîzmê û nejatperesiyê têdikoşe û bi hemû hêza xwe ji bo aşîtî û biratiyê dixebite. Bi yekîtiya we ya li hemberî desthilatdarî û dengên wê dê HDP‘ê di hilbijartinên 24‘ê Hezîranê de bi ser bikeve.

Banga me ji bo ew e ku, roja dengê veguherînin rojeke dîrokî, ji ber ku çarenûsa gelan û rizgarkirina ji faşîzmaya AKP‘ê berpirsyartiya we ye.

(bb)

ANHA