'Dema demokrasî û aştî lawaz dibe, em armancên destpêkê ne'

Namzetê asûrî yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Tuma Çelîk guman kir ku HDP dê di hilbijartinên bê de ji sedî 14 wergire û wiha got: "Bîranînên reş ên komkujiyan hê jî di hişê me de ne. Ji ber vê yekê dema ku demokrasî û aştî lawaz dibe, em dibin armancên destpêkê."

'Dema demokrasî û aştî lawaz dibe, em armancên destpêkê ne'
20 hezîran, 2018   09:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên Tirkiyeyê di 24'ê vê Hezîranê de bêne lidarxistin. Di nava partiyên ku namzetên xwe pêşniyar kirine de taybetmendiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ew e ku namzetên wê ji hemû pêkhateyan in. Namzetê HDP'ê Tuma Çelîk yê wîlayeta Mêrdînê ji pêkhateya asûrî ye.

Tuma Çelîk ku di 9 saliya xwe de hate Sûriyeyê û piştre vegeriya Tirkiyeyê da ku parastina gelê xwe bike. Der barê rewşa asûriyan a li Tirkiyeyê û hilbijartinên bê de Tuma Çelîk wiha got: "Em li hemberî rewşa ewlehiyê metirsîdar in, ji ber ku heta niha encam nayên zanîn. Mijarekî xemgîn e lê heta niha bîranînên reş ên komkujiyan di hişê me de ne. Ji ber vê yekê dema ku lawazbûneke demokrasiyê û aştiyê derdikeve, her tim em guman dikin ku em armancên destpêkê yên desthilatdaran in."

Çelîk destnîşan kir ku ji ber ragihandina rewşa awarte ji aliyê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve piştî derbeya têkçûyî ya Tîrmeha 2016'an gelek astengî li pêşiya wan derketin û heta niha ev 7 car e rewşa awarte tê nûkirin û Erdogan jî ji vê yekê sûdê werdigire da ku rikberên xwe di jiyana siyasî de li welat tune bike.

Çelîk got ku eger ew di hilbijartinên parlemanê de bi ser bikeve dê gelek dozan pêşkêşî parlemanê bike û di nava van dozan de doza ewlehiyê û yên girêdayî nasnameya asûriyan li welat e. Sîstemên desthilatdar ên Tirkiyeyê her tim zimanê tirkî li ser zimanên din ên wekî kurdî û asûrî ferz dike. Her wiha pêkhateya asûrî di pêkanîna rê û resmên xwe yên olî de jî gelek astengiyan dikişînin, bi taybet piştî ku hikumeta Tirkiyeyê ya îslamî gelek erd û zeviyên girêdayî dêrê desteser kirin.

Li gorî serjimartinên nêrînan ên piştgiriya bi HDP'ê re derfeta Çelîk a wergirtina kursiyeke parlemanê heye.

Çelîk guman dike ku HDP'ê dê ji sedî 14 ji giştî dengên hilbijatinên parlemanê wergire û got ku AKP bi hemû hêz û rêbazên xwe dixebite da ku HDP rêjeya derbasbûna parlemanê ya j sedî 10 wernegire û wiha pê de çû: "Li Mêrdînê weke mînak, hin welatiyên ku dengên xwe dane me birin navendên ewlehiyê û gef li wan xwarin."

Dewleta Osmanî der heqê asûrî, suryan, ermen û kurdan de gelek komkujî di destpêka sedsala borî de pêk anîn. Hikumeta Tirkiyeyê jî heta niha naskirina van komkujiyan red dike.

ANHA