Li Reqayê xebatên paqijiyê didomin

Şaredariya Gel a Navendî li bajarê Reqayê dest bi paqijkirina kuçe û kolanan kir. Ji ber germa zêde li herêmê pêşû û mêş zêde bûne û dibin sedema nexweşiyan.

Li Reqayê xebatên paqijiyê didomin
19 hezîran, 2018   13:22

REQA

Şaredariya Gel a Navendî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi paqijkirina kuçe û kolanên bajarê Reqayê kir û sergoya li kolanan hate rahiştin.

Ekîbên paqijiyê ji taxa El-Mişlib dest bi paqijiyê kir û dê herêm bi giştî bê paqijkirin.

Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a Keramê ya girêdayî bajarê Reqayê jî dest bi belavkirina dermanê pêşû û mêşan kir.

Ekîbên paqijiyê hewl didin hemû hejmara pêşû û mêşan daxin ji ber ku di demsala havînê de dibin sedema gelek nexweşiyan.

(cu-ew)

ANHA