Komîteya Çandiniyê qedexekirina nêçîra masiyan bi dawî kir

Komîteya Çandiniyê û Buroya hilberînên sewalan a Tebqayê belavokek belav kir û têde qedexekirina nêçîra masiyan a demkî bidawî kir.

Komîteya Çandiniyê qedexekirina nêçîra masiyan bi dawî kir
Komîteya Çandiniyê qedexekirina nêçîra masiyan bi dawî kir
Komîteya Çandiniyê qedexekirina nêçîra masiyan bi dawî kir
19 hezîran, 2018   11:27

TEBQA

Komîteya Çandiniyê û Buroya hilberînên sewalan a Tebqayê ji meha adarê ve bi biryarekê nêçîra masiyan ji bo sê mehan qedexe kir, da ku hilberîna masiyan were parastin, nemaze ji ber ku di vê demsalê de masî hêkan çêdikin.

Piştî bidawîbûna sê mehên qedexekirinê, Komîteya Çandiniyê û Buroya hilberînên sewalan a Tebqayê bi belavokekê qedexekirina nêçîra masiyan bi dawî kir û rê li pêşiya nêçîrvanên masiyan vekir da ku destûrên xwe yên nêçîrê werbigirin.

Bi sedan malbatên Tebqayê debara xwe ji pîşeya nêçîra masiyan werdigirin. Her wiha hilberîna masiyan li herêmê yek ji hilberînên sereke ye.

ANHA