Aliyekî nenas alîgirên rêjîma Sûriyeyê topbaran kirin

Berovajî îdiayên Tirkiyeyê, Amerîka û Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertalê Firatê de dewriyeyên hevbeş dane meşandin. Alîgirên rejîmê ji aliyekî nenas ve rastî topbaranê hatin. Urdin hewl dide aramiya li başûrê Sûriyeyê biparêze. Li Iraqê jî derfetên El-Ebadî ya wîlayeteke nû piştî hevbendiya El-Sedir – El-Amirî kêm dibin. Li Tirkiyeyê rewşa aborî sîstema Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên bê de bi têkçûnê re rû bi rû dihêle.

Aliyekî nenas alîgirên rêjîma Sûriyeyê topbaran kirin
19 hezîran, 2018   08:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa komeke mijarên girîng ên rewşa Sûriyeyê kir. Di nava wan de rewşa Minbicê û başûrê Sûriyeyê û topbarankirina alîgirên rejîmê mijarên sereke ne. Her wiha hewldana avakirina hikumeta Iraqê ya nû û rewşa El-Hudeyda ya Yemenê û Derna ya Lîbyayê û girêdesta sedsalê û hilbijartinên Tirkiyeyê.

Dewriyeyên Tirkiyeyê li deverên di bin dagirkeriya çeteyên Mertalê Firatê de tên meşandin

Girêdayî mijara Sûriyeyê, rojnameyan behsa rewşa Minbicê kir. Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî vê mijarê sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Di pêkanîna nexşerêyê de dewriyeyên Amerîka û Tirkiyeyê li nêzî Minbicê." Rojnameyê diyar kir ku Tirkiyeyê ragihand ku dewriyeyên xwe yên leşkerî li rex hêzên Amerîkayê bi awayekî serbixwe li derdora bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyeyê dane meşandin.

Rojnameyê li ser navê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku dewriyeyên Amerîkayê û yên Tirkiyeyê (ne hevbeş) li ser xetên sînorê di navbera herêmên di bin serweriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de ya di bin sîwana Koalîsyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û herêmên di bin dagirkeriya tabûrên Mertalê Firatê de ne tên meşandin. Dewriyeyên Amerîkayê li aliyê deverên di bin serweriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de tev digerin, ango başûrê çemê El-Sacûr. Dewriyeyên Tirkiyeyê jî li aliyê deverên di bin dagirkeriya tabûrên Mertalê Firatê de tev digerin, ango bakurê devera Sacûr.

Urdun ji bo ‘kêmpevçûnan’ tev digere

Girêdayî rewşa li başûrê Sûriyeyê, rojnameya El-Heyat manşeteke wiha nivîsand: "Urdun ji bo 'kêmpevçûnan' biparêze tev digere û rê li pêşiya 'teqandinekê' li başûr digire." Rojnameyê diyar kir ku li rex sorbûna rewşa leşkerî li eniya başûrê Sûriyeyê, Urdun tev digere da ku rê li pêşiya derketina şer bigire. Wezîrê Karûbarên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî ragihand ku welatê wî peywendiyan bi Amerîka û Rûsyayê re dike da ku rê li pêşiya derketina şer li başûrê Sûriyeyê bigire û got ku ew her sê alî hewl didin hevpeymana kêmpevçûnan biparêzin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku hêzên rêjîma Sûriyeyê ev çend hefte ye hêza xwe ya leşkerî li herêmê zêde dike û amadekariya çalakiyekê dike, eger danûstandinên bi serkêşiya Rûsyayê têk biçin.

Aliyekî nenas alîgirên rejîmê li bejahiya Dêrazorê topbaran kirin

Girêdayî rewşa şer rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Derbeyeke nenas li ser rêya di navbera Tehran û Şamê de". Rojnameya El-Quds jî sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Bi dehan kuştî ji ber topbarana jêdernenas li dijî Hizbullah, El-Heşd a Iraqê û rejîmê li nêzî bajarê Bokemal ê Sûriyeyê." Rojnameya El-Ereb jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Êrîşên ezmanî yên jêdernenas milîsên Îranê li rojhilatê Sûriyeyê armanc kirin."

Rojnameyê destnîşan kir ku di encama topbaranê de hejmara kuştiyên alîgirên rejîma Sûriyeyê gihaştiye 52 kesan û piraniya wan iraqî ne. Heşid El-Şehbî ya Iraqê û dezgehên çapemeniyê yên Sûriyeyê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bi vê topbaranê tewanbar kirin, ya dawî jî red kir. Êrîş li dijî bajaroka El-Hera ya başûrê rojhilatê bajarê Bokemal ê parêzgeha Dêrazorê pêk hat. Her wiha li dijî baregehekê ku tê de endamên Hizbullah û Tevgera El-Nuceba û Esaêb Ehil El-Heq ên di bin sîwana Heşd El-Şehbî ya Iraqê de ne û alîkariya xwe ji Îranê werdigirin, pêk hatin.

Hin blokên siyasî vexwendinên nivîskî ji bo danûstandinê ji El-Ebadî wernegirtine

Girêdayî mijara Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Blokên siyasî ji bo danûstandinê li benda 'vexwendinên nivîskî' yên El-Ebadî ne." Rojnameyê diyar kir ku betlaneya cejna Remezanê roja Sêşemê bi dawî dibe ku li Iraqê 5 roj bûn. Di heman demê de gelek blokên siyasî vexwendinên nivîskî ji aliyê serokwezîr Heyder El-Ebadî wernegirtine da ku beşdarî danûstandina giştî bibin. El-Ebadî beriya cejna Remezanê banga vê civînê kiribû ango piştî ragihandina hevbendiya di navbera herdu blokên Saîrûn bi serkêşiya Muqteda El-Sedr û El-Fetih bi serkêşiya Hadî El-Amirî da ku blokeke mezintirîn di parlemana Iraqê ya bê de ava bikin.

Hevbendiya El-Sedr û El-Amirî hevsengî serûbin kirin

Rojnameya El-Ereb sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Hevbendiya El-Sedr – El-Amirî derfeta avakirina eniyeke serwer a Iraqê kêm dike." Rojnameyê diyar kir ku valahiya siyasî di navbera oldarê şîayî Muqteda El-Sedr û serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî zêde dibe û bi vê yekê derfet û şansên El-Ebadî ya wîlayeteke nû kêm dibe.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku gelek caran çavdêran El-Ebadî û El-Sedir di heman eniya şîayî de digirtin dest a li dijî eniya ku ji hevkarên Îranê pêk tê, lê şepêla El-Sedr ev katagorîzekirin têk şikand piştî ku bi alîgirên Tehranê re girt.

Griffith lihevkirineke nû ji bo bidawîkirina şer li Yemenê pêşniyar dike

Girêdayî mijara şer û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lihevkirineke El-Hudeyda di çarçoveya pilaneke Griffith de". Rojnameyê diyar kir ku hin çavkaniyên Konseya Ewlehiyê aşkera kirin ku şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Yemenê Martin Griffith di civîneke girtî ya konseyê de lihevkirineke nû pêşniyar kiriye da ku şerê li Yemenê bi dawî bike.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku dîplomatekî gotiye ku Griffith bi riya telefîzyonekî girtî ji Senha beşdarî civînê bûye û demeke bêtir xwestiye da ku danûstandinên xwe temam bike û da zanîn ku pilana wî ya lihevkirinê ji 25 bendan pêk tên û xwe dispêrin biryarên navneteweyî.

Parêzgeha El-Hudeyda deriyê derketina hûsiyan ê bakur diyar dike

Di heman çarçoveyê de rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Hûsî li hemberî vekişandina ji El-Hudeyda bi şerê leşkerî re rû bi rû ne". Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe  wiha bi nav kir: "El-Hudeyda deriyê bakurê ji bo derketina hûsiyan e". Rojnameyê diyar kir ku parêzkarê El-Hudeyda Hesen El-Tahir eşkere kir ku dorpêça li ser hûsiyan teng bûye, piştî ku hêzên artêşa Yemenê bi alîkariya Koalîsyona Erebî di çalakiya "Serkeftina Zêrîn" de pêşve çûne. Her wiha aşkera kir ku plana wan a derbasbûna bajêr heye piştî ku balafirgeh bi dest xwe ve anîn.

Êrîşa li dijî Kevana Petrolê bidawîkirina şerê Derna dereng dixe

Girêdayî aloziya Lîbyayê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Êrîşa li dijî Kevana Petrolê bidawîkirina şerê Derna dereng dixîne". Rojnameyê destnîşan kir ku êrîşa koalîsyona milîsan ku alîgirtiya îslamiyan dikin, bidawîkirina şerê li bajarê Derna yê li dijî komên radîkal ên alîgirtiya rêxistina El-Qaîdeyê dikin dereng dixe.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku artêşa Lîbyayê beriya du rojan ji êrîşa li dijî bendergehên petrolê amadekariyên xwe dikirin da ku rizgarkirina bajarê Derna ragihîne. Artêşê karibû ji sedî 90 ji giştî rûpîvana bajêr vegerîne  û terorîst tenê di taxa El-Mexar de ya li nîvê bajêr de mane. Di vê taxê de gelek malbat hene û ji ber vê yekê peywira artêşê li vir dijwar dibe.

Desthilatdariya Filistînê xwe dispêre nerazîbûna ereban a li hemberî girêdesta sedsalê

Girêdayî mijara Filestînê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Desthilatdariya Filestînê xwe dispêre nerazîbûna erebî ya li hemberî girêdesta sedsalê". Rojnameyê diyar kir ku desthilatdariya Filestînê beriya toreya şandeya Emerîkî Jared Kushner û Jason Greenblatt ya li herêmê hişyarî dan hewldanên Emerîka ya bikaranîna Xezayê weke kilîta "girêdesta sedsalê" ya aştiyê. Her wiha ragihand ku ew xwe dispêre nerazîbûna Erebî ya li hemberî vê girêdesta sedsalê. Tevgera Hemas peyamek ji Îsraîl re şand û gefan dixwe ku dê bi fûzeyan wê armanc bigire eger êrîşên xwe li dijî Xazayê ranewestîne.

Metirsiya aborî bandorê li hilbijartinên Tirkiyeyê dike

Girêdayî mijara hilbijartinên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Metirsiya aborî hegomonya hilbijartinên Tirkiyeyê dike". Rojnameyê destnîşan kir ku bi nêzîkbûna roja hilbijartinên Tirkiyeyê yên serokatî û parlemanê di 24'ê Hezîranê de metirsiyên aborî li ba hilbijêrên bajarê Borsa serwer e. Gelek hilbijêrên bajêr diyar dikin ku baweriya wan bi tevgera serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî ya Îslamî ku ev 16 sal e desthilatdariyê dike kêm dibe.