ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.06.2018

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.06.2018
19 hezîran, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên  Kurd Nesredîn Îbrahîm destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Şengalê ne tiştekî nû ye û got, "Dîroka Erdogan bi komkujiyên li hemberî gelê Kurd tijî û dagirtî ye.  Îbrahîm anî ziman ku divê dewletên cîhanî û bi taybet Iraq li hember zêdegaviyên Tirkiyê bibin xwedî helwest. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aborî ya Kantona Cizîrê ji bo çareserkirina pirsgirêka nan ji bo 20 gundên El-Erîşê firineyek bi navê "El-Etala" vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Razemanî û Aborî ya kantona Şehbayê bi armanca peydakirina kar ji welatiyên Efrînê re 123 projeyên bi deyn pêşkêş kir û li aliyekî din jî hezar daxwaznameyên vekirina projeyên bi deynan lêkokîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a ku tevl li hemleya rizgarkirina bajarokê El-Dişîşa bûye Doza Jiyan tekez kir ku hemleya wan li hemberî çeteyên DAIŞ`ê didome. Jiyan diyar kir ku kêfxweşî û serkeftina mezin ew e ku şêniyan ji çeteyan rizgar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- AKP`ê li ser bermahiyên partiyên Refah û Fazîletê xwe da avakirin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi xêra hinek kesan gihaşte asta niha tê de ye. Erdogan ji bo serweriya Tirkiyeyê bikeve destê wî, ew kes tasfiye kirin û xwe jê xilas kir. Her wiha di destûrê de guhertin çêkir û dixwaze sîstema parlamenter a Tirkiyeyê bike sîstema serokkomariyê û her tişt bikeve destê wî. (BI WÊNE)

ANHA