Şervan Derwîş: Artêşa Tirk derbasî Minbicê nebûye

Berdevkê Fermî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku îdayên dibêjin artêşa Tirk a dagirker derbarsî Minbicê bûne, derw in.

Şervan Derwîş: Artêşa Tirk derbasî Minbicê nebûye
18 hezîran, 2018   12:33

AZAD SEFO – NEJBÎR OSMAN / NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş derbarê îdayên ku dibêjin Artêşa Tirk a dagirker ketiye Minbicê ji ajansa me re axivî û got  ku dewriyên Artêşa Tirk li ser xeta çeteyên Diri El-Firat dimeşin û destnîşan kir ku dewriyeên hêzên Amarîkî ji li ser xeta hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbcê digerin.

Şervan Derwîş derbarê mijarê wiha axivî: "Em tekez dikin ku hêzên Tirkiyê neketine bajarê Minbicê û yek gav jî bi aliyê hêzên me de ne hatine. Hêzên me hîn di noqteyên xwe yên beranberî  Diri El-Firat de ne."

Derwîş di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan ku Artêşa Tirk dewriyên xwe li xetên sînor ên Diri El-Firat de digerîn in û wiha got: "Di heman demê de dewriyeyên hêzên Amarîkî jî li aliyê şervanên meclîsa me, diger in. "

ANHA