Ciwanên Girê Spî qonaxa duyemîn a ‘Hemleya Serî Hilde’ ragihand

Rêxistina Tevgera Ciwanên Rojava li kantona Girê Spî bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya tirk serî hildin" dest bi qonaxa duyemîn a hemleya ‘Serî Hilde’ kir.

Ciwanên Girê Spî qonaxa duyemîn a ‘Hemleya Serî Hilde’ ragihand
Ciwanên Girê Spî qonaxa duyemîn a ‘Hemleya Serî Hilde’ ragihand
Ciwanên Girê Spî qonaxa duyemîn a ‘Hemleya Serî Hilde’ ragihand
18 hezîran, 2018   12:23

GIRS SPÎ

Tevgera Ciwanên Rojava li kantona Girê Spî bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina Girê Spî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya tirk serî hildin" dest bi qonaxa duyemîn a hemleya Serî Hilde kirin.

Bi dehan endamên tevgerê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Rojava li Girê Spî Dilşêr Ehmed axivî û destpêka qonaxa duyemîn a hemleya Serî Hilde ragihand û destnîşan kir ku hemleya wan di vê demê de pir girîng e.

Dilşêr Ehmed di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku roja 15'ê Hezîranê salvegera rizgarkirina Girê Spî ye û wiha dom kir: "Wekî vê rojê 3 sal berê bajarê Girê Spî hate rizgarkirin û şêniyên me ji zilm û zordariya çeteyan û fikrên wan xilas bûn.”

Di dawiya şahiyê de şêranî li beşdaran hate belavkirin, ciwanan dirûşm berz kirin û xelekên govenê gerandin.

Tê payîn ku çalakiyên hemleyê ku qonaxa wê ya yekemîn salek berê dest pê kiribû, bi çalakiyên cur bi cur werin lidarxistin.

 

ANHA