Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan merasîma sersaxiyê

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên 3 şervanên ku di meha Hezîranê de li deverên cuda şehîd bûne, xwest.

18 hezîran, 2018   12:16

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl û şervanên YPJ/YPG`ê beşdarî merasîma sersaxiya şervanên YPG`ê Ranî Xişo (Emîr), Îsmaîl Bekir (Şoreşa Qamişlo) bûn. Her ji bo malbata gerîlayê HPG`ê Ayat Mihemed (Jîr Qamişlo) ku li herêma Besta ya girêdayî bajarê Şirnexê yê bakurê Kurdistanê di 8`ê Hezîranê de şehîd bû jî  sersaxî hate xwestin.

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Seroxan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên YPJ/YPG`ê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Elî Umer, yek ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Salih Umer, cîgira hevserokatiya bajarokê El-Tenûriyê Emîna Ehmed Elûş, endamê Meclisa navçeya El-Xerbî ya herêma Qamişlo Mihemed Xêr Elîka ve axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her sê lehengan re hate xwestin. Her wiha hate destnîşankirin ku şervanên YPJ/YPG`ê li hemberî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê efsaneyên dîrokî nivîsandin.

Her wiha yek ji fermandarên YPG`ê Sîdar Qamişlo û yek ji fermandarên Hêzên Asayîşê soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û ev tişt bi lêv kirin: "Gelê kurd ev 40 sal e ku li hemberî sîstemên desthilatdar têkoşînê dike da ku azadiya xwe bi dest bixe."

Di dawiyê de her du fermandaran diyar kir ku baweriya gelê kurd bi hêza wî heye û wê heta dawiyê li hemberî dagirkeran li ber xwe bide.

Sersaxî dê heta saetên êvarê bidome.

(bx/ew)

ANHA