Qerqaş: Armanca operasyonan ji bo çareseriya siyasî neçarkirina hûsiyan e

Li derdora balafirgeha El-Hudeyda pevçûnên di navbera artêşa Yemenê ku piştgiriyê ji Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî werdigire û hûsiyan de giran bûne. Wezîrê Karên Derve yê Îmareta Erebî Enwer Qerqaş got ku armanca operasyonên leşkerî li El-Hudeydayê ew e ku hûsiyan neçarî çareseriya siyasî bikin.

Qerqaş: Armanca operasyonan ji bo çareseriya siyasî neçarkirina hûsiyan e
18 hezîran, 2018   11:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Şer û pevçûnên di navbera artêşa Yemenê û hûsiyan de berdewam in. Balafirên Koalîsyona Erebî jî derdora balafirgeha El-Hudeyda armanc kir.

Li gorî dezgehên çapemeniyê di encama pevçûnan de bi dehan kuştî û birîndarên hûsiyan çêbûne. Her wiha li nêzî balafirgeha El-Hudeyda û çerxerêya El-Metahên pevçûnên giran şevê din rû dan.

Artêşa Yemenê hewl dide serweriya xwe li ser çerxerêya El-Metahên ferz bike da ku bikare rêya alîkariya hûsiyan bigire.

Wezîrê Karên Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qerqaş diyar kir ku armanca wan a stratejîk ji çalakiyên leşkerî li El-Hudeyda ew e ku hûsiyan neçarî çareseriya siyasî bikin. Qerqaş diyar kir ku koalîsyon ji bo parastina sivîlan bi baldarî tev digere.

Hêzên artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji dewletên Kendavê werdigirin, beriya nêzî hefteyekê dest bi çalakiyeke leşkerî li parêzgeha El-Hudeyda ya di bin serweriya hûsiyan de kir.