Hêzên Îsraîlê ciwanekî filistînî kuşt

Li rojhilatê bajarê Xeza yê Filistînê ciwanekî ji Filistînê bi guleyên hêzên Îsraîlê hate kuştin, ciwanek jî birîndar bû.

Hêzên Îsraîlê ciwanekî filistînî kuşt
18 hezîran, 2018   11:16

 XEZA

Hêzên Îsraîlê li nêzî deriyê Karnî yê rojhilatê bajarê Xeza yê Filistînê gule li sivîlan reşandin. Di encamê de ciwanê bi navê Sebrî Ebû Xidir (24) jiyana xwe ji dest da û ciwanekî din jî birîndar bû.