Komîteya Hundirîn a Minbicê bang li welatiyan kir

Komîteya Hundirîn a Minbicê bang li welatiyan kir ku berê xwe bidin navenda Rêveberiya Tirafîkê û motorsîkletên xwe yên di dema cejna Remezanê de hatin rawestandin, qeyd bikin. Komîteyê da zanîn ku armanca wan a sereke parastina ewlekariya herêmê ye.

Komîteya Hundirîn a Minbicê bang li welatiyan kir
Komîteya Hundirîn a Minbicê bang li welatiyan kir
18 hezîran, 2018   10:56

MINBIC

Bi rasthatina cejna Remezanê re Komîteya Hundirîn a girêdayî Rêveberiya Demokratîk a bajarê Minbicê biryarnameyek derxist û tê de bang li hemû welatiyan kir ku li gorî biryarên qedexekirina motorsîkletan tev bigirin. Lê hin ji welatiyan biryarname binpê kir û derketin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn motorsîkletên wan heta rojên cejnê bi dawî bibin, desteser kirin.

Piştî cejn bi dawî bû, Komîteya Hundirîn biryarnameyk derxist, tê de spasiya welatiyan kir ku  alîkariya hêzên ewlekariya hundirîn ên ji bo ewlekarî û aramiya welatiyan hişyar dimînin.

Di biryarnameyê de her wiha bang li welatiyan hate kirin ku serî li rêveberiya trafîkê bidin û motorsîkletên xwe yên di dema cejnê de hatin sekinandin, bibin. Ev dê li gorî usûlên efûyê bi dayîna cezayê malî pêk were.

ANHA