Konên koçeran... Ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêze

Koçer konên taybet bi xwe re digerînin û bi rêya van konan xwe ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêzin. Ev kon li gorî payeya civakî ya xwediyê xwe, ji gelek beşan pêk tê.

Konên koçeran... Ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêze
Konên koçeran... Ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêze
Konên koçeran... Ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêze
Konên koçeran... Ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêze
18 hezîran, 2018   06:30

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Ji ber taybetmendiya jiyana koçeran rêbazeke koçberiyê di jiyana xwe de didin meşandin û mala xwe "kon" ku ji mûyê bizinan hatiye çêkirin bi xwe re digerînin.

Taybetmendiyên konên koçeran

Yek ji taybetmendiyên konê koçeran ew e ku tewandina wê baş tê kirin da ku bi hêsanî ji deverekê ber bi devereke din ve bê veguhastin. Her wiha li gorî rewşên hawayî yên havîn û zivistanê guncaw e.

Konê koçberan bi hêsanî û bi buhayekî erzan tê çêkirin. Piraniya koçeran konên xwe, xwe bi xwe ji mûyê bizinan çêdikin.

Di serdemên kevn de koçeran kon ji hiriya hêştiran û mûyê bizinan çêdikirin. Lê di serdemên niha de ta û dezî dikirin û pê çêdikin.

Cureyên konan

Konên koçeran ên niha jî du cure ne. Konê demsala havînê ji çewalan tê çêkirin û di havînê de hênik dibe. Cureya din jî ji mûyê bizinan tê çêkirin ku di demsala zivistanê de tên vegirtin ji ber ku nahêle ava baranê tê re derbas bibe.

Kon dabeşî du beşan dibe, beşek taybet bi mêran e û jê re Dîwan tê gotin û her tim ji bo pêşwazîkirina mêvanan vekirî ye, beşa duyemîn jî taybet bi jinan e û tê de jin karên xwe yên amadekirina xwarinê dikin û di navbera her du beşan de perdeyeke nexşkirî heye.

Koçeran her wiha koneke taybet ji şêxê qebîle yan serokê eşîrê re çêdiki. Li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li gundewarên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ber bi bajarên Reqa û Dêrazorê ve hejmareke mezin a koçberan hene. Ajansa me ANHA'yê serdaneke koneke koçeran a li gundewarê Eyn Îsa kir û jiyana koçeran di van konan de şopand.

Hemîd El-Ferhan yek ji koçberan e û behsa rêbazên jiyana xwe ya koçberiyê û çêkirina konên koçeran kir û wiha got: "Em fêrî jiyana koçberiyê bûne, li gorî çêra sewalên xwe em her tim koçber dibin."

El-Ferhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji serdemên kevnar ve bav û kalên wan di konên koçeran de jiyane.

Koçerekî din ê bi navê Ferhan El-Ubêd destnîşan kir ku konên wan ên demsala havînê û yên demsala zivistanê ji hev cuda ne.

ANHA