Ji ber êrîşên xwekujî li Nîjeryayê 31 kes hatin kuştin

Li bajarê Dambao yê Nîjeryayê ji ber êrîşên xwekujî 31 kes hatin kuştin. Çeteyên Boko Haram, zarokên keç weke êrîşkarên xwekuj bi kar tînin.

Ji ber êrîşên xwekujî li Nîjeryayê 31 kes hatin kuştin
18 hezîran, 2018   06:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Boko Haram, zarokên keç ên li Nîjeryayê revandine û weke êrîşkarên xwekuj bi kar tînin. Çavkaniyên polîsan ên ji AFP`ê re axivîn ev tişt bilêbv kirin, "Dema ku em çûn cihê bûyerê, me dît ku êrîş ji aliyê 6 zarokên keç ve hatiye kirin. Serê zarokên keç jê bûbûn. Temenê wan jî 7 heta 10 salî bû."

Li bajarê Dambao yê eyaleta Bornoyê, ji ber du êrîşan 31 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên polîsan gotin, êrîş li dijî mirovên Cejna Remezanê pîroz dikin hatiye kirin. Li gorî agahiyan, piştî êrîşê kesên çekdar gule li herêmê reşandine.

Rayedarekî herêmî jî bîlançoya êrîşê piştrast kir û got, "Bîlançoya dawî hate eşkerekirin rast e. Lê belê rewşa hin ji birîndaran giran e û dibe ku jiyana xwe ji dest bidin."

Roja 1'ê Gulanê li bajarê Mubiyê li hemberî mizgeftekê êrîşek hatibû kirin û di encamê de 86 kes hatibûn kuştin.

Li Nîjeryayê di şerê 9 salan de 20 hezar kes mirin. Li bakurê Nîjeryayê û li Nîjer, Çad û Kamerûnê krîzeke mirovî rû dabû.