Du zarokên Efrînî di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn

Li gundê Cobê ya herêma Şehbayê vê sibehê mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê bi du zarokên Efrînî ve teqiya.

Du zarokên Efrînî di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn
17 hezîran, 2018   18:11

ŞEHBA

Li gundê Cobê yê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dema ku zarokên Efrînî Udey Nûrî û Hesen Redo dilîstin mayîneke çeteyên DAIŞ‘ê berê danî bûn, bi wan ve teqiya, di encamê de Udey lingê wî yê rastî hate jêkirin û Hesen jî parçe li canê wî belav bûn.

Bijîşkên nexweşxaneya Avirîn diyar kirin ku rewşa herdu zarokan di xeteriyê de ye.

(bb)

ANHA