Vê carê ji bo zarokên Kampa Şoreş şahî hate lidarxistin

Pişt kampên Berxwedan û Serdemê îro li Kampa Şoreş şahî ji bo zarokên Efrînê hate lidarxistin.

Vê carê ji bo zarokên Kampa Şoreş şahî hate lidarxistin
Vê carê ji bo zarokên Kampa Şoreş şahî hate lidarxistin
Vê carê ji bo zarokên Kampa Şoreş şahî hate lidarxistin
Vê carê ji bo zarokên Kampa Şoreş şahî hate lidarxistin
17 hezîran, 2018   18:09

ŞEHBA

Desteya Çand û Huner a Kantona Efrînê û Tevgera Kevana Zêrîn ji bo zarokên Efrînê yên li kampa Şoreş ya navçeya Fafîn herêma Şehbayê şahiyek lidar xist.

Bi dehan zarokên kampê û malbatên wan di şahiyê de amade bûn.

Di şahiyê de, star, dîlan û şano hatin pêşkêşkirin.

Zarokên Efrînê bi coş û kêfxweşiyeke mezin tevlî şahiyê bibûn.

Şahî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA