Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê agir berda zeviyên gundiyan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê agir berda zeviyên gundiyan.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê agir berda zeviyên gundiyan
Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê agir berda zeviyên gundiyan
16 hezîran, 2018   15:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî herêmî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir berda zeviyên ceh û genim ên welatiyên navçeya Şêrawa ya Efrînê û rûbereke fereh şewitî.

Di dîmenê ku heman çavkaniyê ji ajansa me re şand de şewata zevî diyar dike.

Ji destpêka ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirine ve, dagirker nahêlin ku welatî nêzî zeviyên xwe bibin û zeviyên wan destser kirin û şandin Tirkiyê.

(bb)

ANHA