Koçberên ji Humsê ev bû du cejn di kampan de pîroz dikin

Hin welatiyên ji Humsê yên li kampên Reqayê bi cih bûne, ev du cejn li pey hev di kampan de pîroz dikin, bi hêvî ne ku aşîtî û aramî li Sûriyê vegere û koçber vegerin warên xwe.

Koçberên ji Humsê ev bû du cejn di kampan de pîroz dikin
16 hezîran, 2018   13:22

EMÎNA ELÎ – EMAR EL-XELEF / REQA

Bomebebarana balafirên rêjîma Sûriyê li aliyekî û hovîtiya çeteyan li aliyekî din, bi sedan malbatên ji Humisê neçarî koçberiyê kirin.

Koçberin hene ji Humisê ev du cejn in di kampan de derveyî warê xwe cejnan pîroz dikin. Li taxa Mişleb a bajarê Reqayê  hejmareke malbatên ji parêzgeha Humisê di bin konên ji çewal an jî naylon de di şert û mecên pir zehmet de jiyan dikin.

Di gera ma ya li taxa di nava koçberan de, koçberên Humisê Cejna Remezanê li gorî kevneşopiyên xweyên taybet pîroz kirin û şêranî pêşkêşî mêvanên xwe dikirin.

Di şopandina me ya rewşa koçberan de, em rastî koçberê bi navê Hemdo Esker Ilêwî hatin, ji me re behsa rewşa koçberan û derbasbûna cejnê kir. Hemdo got,"Em ji Humisê ne ji ber şer û pevçûnan malên me xirab bûn, em koçber bûn hatin Reqayê di çadiran de jiyan dikin. Niha em nikarin vegerin warê xwe, ji ber ku hîna şer lê heye."

Ilêwî, rêxistinên bi navê mafên mirovan tevdigrin, rexne kir û wiha domand, "Li vir zêdeyî 20 çadirî heye, cejn hatiye lê heta niha alîkariyên tendurstî û xwarin ji me re nehatine."

Hemdo Esker Ilêwî hêviya vegera li warê xwe di demeke nêzîk de xwest.

Koçbera bi navê Medla El-Hilal El-Ehmed li ser cejnê ev tişt anî ziman, "Du cejn derbas dibin em ne li warê xwe pîroz dikin. Îsal li Reqayê di gel zehmetiyan em cejnê pîroz dikin."

Medla El-Hilal cejn li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî xwest ku hemû koçber vegerin warê xw û aramî û aşîtî veger.

(bb)

ANHA