Saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin

Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Reqayê bi boneya hatina cejna Remezanê serdana malbatên şehîdan dikin û ji malbatan re piştrast kirin ku ew ê xebatên xwe li ser riya şehîdan berdewam bikin.

Saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin
Saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin
Saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin
Saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin
Saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin
Saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê serdana malbatên şehîdan dikin
16 hezîran, 2018   08:19

REQA

Bi boneya hatina cejna Remezana pîroz, endamên Komîteya Jinên Sûriyeyê ya Reqayê, Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Ewlehiya Hundiîrn îro di ser sibê de serdana malbatên şehîdan kirin.

Di derbarê armanca serdanê de Endama Komîteya Jinên Sûriyeyê Xaliya El-Kicwan ji ajansa me ANHA'yê re axivî û wiha got: "Ev cara yekemîn e cejna Remezanê piştî rizgarkirina bajêr ji destên çeteyên DAIŞ'ê tê pîrozkirin. Serdana malbatên şehîdan di van rojan de erka her welatiyekî ye û ji me tê xwestin ku em alîkariyeke derûnî bi malbatên şehîdan re û bi taybet bi dayîkên şehîdan re bikin."

Di serdanan de şervana YPJ'ê Kîfa El-Hemûd axivî û wiha anî ziman: "serdana me ya malbatên şehîdan ew e ku em sersaxiya malbatên şehîdan bikin ku canê xwe fedayî welatê xwe kirine û jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê parastine. Her wiha projeya netewa demokratîk li ser erdê pêk anîne."

Li aliyê din malbatên şehîdan jî spasiya serdana van endaman kirin û malbata şehîd Ebdilmenaf Ehmed El-Şiblî cejna Remezanê li Rêber Abdullah Ocalan û hemû malbatên şehîdan û şervanan pîroz kirin.

(jh)

ANHA