Çeteyên Tirkiyeyê talankirina Efrînê didomînin

Rêxistina Human Rights Watch diyar kir ku çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê mal û milkên welatiyên Efrînê desteser dikin û talan dikin û da zanîn ku qanûnên şer van kiryarên Tirkiyeyê ku destdirêjiyên li malên welatiyan dike sûcdar dibîne. Hêzên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê jî gihîştin ber deriyê balefirgeha El-Hedîde ya Yemenê.

Çeteyên Tirkiyeyê talankirina Efrînê didomînin
16 hezîran, 2018   07:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê kirin. Her wiha behsa rewşa li başûrê Sûriyeyê û geşedanên dawî li bajarê El-Hedîde ya Yemenê û reşa Filestîn û Îraqê kirin.

Tirkiye û çeteyên wê mal û milkên sivîlên Efrînê desteser dikin

Girêdayî mijara Sûriyeyê, rojnameyan behsa destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li Efrîn kirin. Girêdayî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "rêxistineke hiqûqî: hêzên alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin mal û milkên Efrîniyan desteser dikin." Rojnameyê diyar kir ku rêxistina Human Rights Watch eşkere kir ku hêzên opozîsyonê ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin li herêma Efrînê mal û milkên welatiyên sivîl desteser dikin û talan dikin. Rêxistinê destnîşan kir ku li gorî qanûnên şerkirinê desteserkirina mal û milkên sivîlan weke sûcekî digire dest û talankirina milkên welatiyan qedexe dike.

15 leşkerên Tirk û çeteyên wê li Efrînê hatin kuştin

Di heman çarçoveyê de rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Yekîneyên Kurdî 15 leşkerên herdu artêşên Tirk û Azad kuştin". Rojnameyê ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel diyar kiriye ku wê li navçeya Şêrewa ya Efrînê 15 leşkerên herdu artêşên Tirk û Azad kuştine.

Lihevkirina li başûrê têk çû û rêjîm tobarana xwe dike

Rojnameyan her wiha behsa rewşa li başûrê Sûriyeyê kirin. Girêdayî vê mijarê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "agahiyên têkçûna lihevkirina di derbarê başûr de". rojnameyê li ser navê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kirk u rêjîma Sûriyeyê amadekarî û belavkirina hêzên xwe ji bo destpêkirina çalakiyekê li başûrê Sûriyeyê berdewam dike. Her wiha di heman demê de agahî hatine belavkirin ku lihevkirina di derbarê başûr de têk çûye û ti encam ji bo vekişandina hêzên Îranê ber bi herêmên Sûriyeyê yên din ve nehatine bi dest xistin.

Girêdayî heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "rêjîma Sûriyeyê eniyên şer ên başûr di sibeha cejna Remezanê de vêdixe". Rojnameyê diyar kirk u rêjîma Sûriyeyê li eniyên şer ên başûrê Sûriyeyê di serê sibeha cejna Remezanê de vêxistine û sêkoşeya gundewarên Şam, Deraa û Quneytera armanc girtiye û di encamê de herî kêm 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi vê helwesta xwe hevpeyaman "rawestandina şer" binpê dike. Emerîka jî hişyarî da ku dê tedbîrên hişk li dijî Şamê bistîne."

Koalîsyona Erebî serweriya deriyê balefirgeha El-Hedîde dike

Girêdayî mijara Yemenê rojnameyên Erebî behsa çalakiya leşkerî ya artêşa Yemenê bi alîkariya Koalîsyona Erebî li bajarê El-Hedîde kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Hin beşên balefirgeha El-Hedîde hatin rizgarkirin.. Griffith li Senha milîsan birazîkirin dide da ku bajêr radest bikin." Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyon amadekariya zextên zêde li ser Hosiyan dike û qada şer berfireh dike". Rojnameyê ragihand ku artêşa Yemenê gihştiye ber deriyên balefirgeha bajarê El-Hedîde.

Filestînî firokên kaxez ên bi agir di cejnê de firandin

Girêdayî mijara Filestînê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Gazzayî firokên kaxez ên bi agir firandin û Qudsî jî cezayên piştî nimêjê red kirin." Rojnameyê diyar kir ku bi hatina cejna Remezanê welatiyên Gazzayê ji ber rewşên siyasî, aborî, civakî û jiyanî di şînekê de ne. Gazzayîyan dîsa jî berê xwe dan ser sînorê di navbera wan û sala 1948'an de û nimêja xwe kirin. Gazzayîyan li vir firokên kaxez ên bi agir firatndin.

Trump dê 25 milyon koçberên Maksîk bişîne Japoniya

Girêdayî lûtkeya 7 dewletên mezin rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Trump gefan dixwe ku dê 25 milyon koçberên Maksîk bişîne Japoniya". Rojnameyê diyar kir ku serokê Emerîka di dema beşdarbûna xwe ya lûtkeya 7 dewletên mezin de gef li serokê Japoniya Şînzo Abî xwarin ku dê 25 milyon koçberên Maksîk bişîne Japoniya. Lûtkeya 7 dewletên mezin ji ber xwevekişandina Trump ji encamnameyê têkçû.

Hêzên Îraqê civîna piştî cejnê ji bo avakirina hikûmetê silav kirin

Girêdayî mijara Îraqê jî rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Lîsteyên Îraqê yên mezin pêşbirkiya wergirtina hêzên bi çûk dikin." Rojnameyê diyar kir ku herdu şepêlên El-Hikmê û herdu partiyên Kurdî yên sereke fermî daxwaza serokwezîr a lidarxistina civînekê di navbera rayedarên bilokan de ji bo avakirina hikûmetê silav kirin. Hin çavkaniyan jî diyar kirin ku El-Ebadî ji piraniya hêzên din misogerî wergirtine ku dê beşdarî vê civînê bibin.

(jh)

ANHA