Bi rêxistinkirine re hebûna xwe hîs kir

Recai Himêdî li hemberî zincîra kevneşopiyan disekine, tevlî xebatên siyasî û rêveberî dibe û niha Cîgira hevserokên meclîsê ye.

Bi rêxistinkirine re hebûna xwe hîs kir
16 hezîran, 2018   06:21

FÎDAN ABDULLAH/ŞEHBA

Jin heyanî niha di tevahiya civakan de ji ber zîhniyeta zilam a dagirker gelek zor û zehmetiyan dijî. Li gel mêr û civakê wekhevî di navbera jin û mêr de tine bû lê belê piştî şoreşa Rojava jin xwe ji berê zêdetir birêxistin kir û di civakê de bû xwedî rolekî girîng.

Li kantona Şehba kevneşopiyên ku jin di malê de bimîne, tenê xizmeta hevjînê xwe bike û zarokan xwedî bike, serwer e. Li hemberî van kevneşopiyan û çarenûsa ji bo jin hatiye diyarkirin, piştî şoreşa Rojava têkoşîn dest pê kir.

Herêma Şehba berî ku were rizgarkirin ji aliyê gurûpên çeteyan weke DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin û ji berê zêdetir jiyan li jinê teng kiribûn. Bi rizgarkirine re jin xwe li herêma Şehba birêxistin kir. Navend û saziyên jin hatin vekirin, dewreyên perwerde hatin birêxistinkirin, niha jî li Şehba jin tevlî hemû xebatan dibin.

Recai Himêdî (30) ji navçeya Kefer Naya ye, ew jî bibû qurbana kevneşopiyan û nexwendiye. Ew li hemberî malbata xwe têdikoşe heyanî ku dikare derkeve derve di çandiniyê de bixebitê.

Gaveke girîng tavêje

Recai Himêdî berî 6 mehan tevlî hilbijartinên Meclîsa navçeya Kefer Naya dibe. Ew dixwaze tevlî meclîsê bibe û di nava civakê de hîn zêdetir bibe xwedî rol. Recai texmîn dike ku di hilbijartinan de biserbikeve lê belê texmîn nake ku bibe cîgira hevserokên meclîsê.

Di hevdîtina li gel ajansa me ANHA`ê Recai Himêdî got:˝ Li navçeya Kefer Naya cara yekemîn ez tevlî hilbijartinan bûm û dema ez biserketim ez gelekî kêfxweş bûm ji ber gel û hemû jinên navçeyê bawerî dan min û hêz di kesayeta min de dîtin˝.

`Ez hebûna xwe hîs dikim`

Recai diyar kir ku ew dema rojane dixebitê hîsdike ku hebûna wê fêde li civakê dike û wiha got:˝Rolê min di jiyanê de li ser zewac û zarok anîne nema ye, birastî jiyana min hat guhertin. Em di kar de nêrîna hevdû digrin û bi hev re biryar digrin. Piştî ku min rêxistina jin naskir, cesareta min zêde bû ku ez têkevim nava civakê, li hemberî nêrandina civakê li ser jin têbikoşim û tevlî çalakiyan bibim. Li herêmê dewreyên perwerde ji bo jin vebûn û jinên Ereb bi riya rêxistina jina Kurd li herêma Şehba pêşket˝.

Recai di dawiya gotinên xwe de ji jinên herêma Şehba daxwaz kir ku tevlî kar bibin û civaka xwe pêşbixînin.

(np)

ANHA