Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike

Li nêzî kolana Tilel a Kobanê, hunermend Xalid Etaş parçeyên ji texteyên xwezayî çêdike. Hunera wî bala gelek welatiyên herêmê dikişîne. Parçeyên çêdike bi piranî wek diyarî tên bikaranîn.

Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike
Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike
Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike
Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike
Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike
Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike
Ji texteyan alavên xemilandinê çêdike
16 hezîran, 2018   06:09

ZANA SEYÎDÎ / KOBANÊ

Li kantona Kobanê bi dehan dikanên di warê texteyan de dixebitin hene. Lê tu kes ji wan parçeyên biçûk ku ji bo xemilandinê bi kar tînin, çênakin. Çêkirina parçeyên ji bo xemilandinê ji texteyan pir kêm kes ku dizanin.

Di dikana Xalid Etaş de gelek parçeyên ji texteyan ên mezin û biçûk hene. Ew parçe dikana wî dixemilînin. Ji ber ku Etaş bi hostehî çêdike, gelek xwediyên dikan û pêşangehan parçeyan dikirin û mal û kargehên xwe pê dixemilînin.

Careke din li karê xwe vegeriya

Ev pîşeya Etaş di sala 1955'an de derbasî malbata wî bû. Bavê wî ji bavê xwe fêrî kar bû. Wî jî kar ji bavê xwe girt. Lê di destpêkê de di dikana xwe de derî û pencere çêdikirin. Di salên dawî de jî dest bi çêkirina parçeyên biçûk ji bo xemilandinê kir.

Niha temenê Etaş 46 e, di dikana xwe de parçeyên wekî keştî, erebe, motorsîklet, mal û bi dehan parçeyên din çêdike.

Etaş der barê karê xwe de dibêje ku ew ji karê xwe yê çêkirina parçeyan hez dike û destnîşan kir ku herî zêde parçeyên ku çanda kurdî nîşan didin hez dike û got ku armanca wî ji vê pîşeyê ji bazirganiyê zêdetir pîşeyî ye.

Etaş her wiha destnîşan kir ku ew di xebatên çêkirina parçeyên textan de hin gihayên ku ji ber çemê Firatê tîne bi kar tîne, her wiha parçeyên texteyan bi gelek qiyaseyan çêdike.

Hunermend Xalid Etaş da zanîn ku armanca wî ew ku ew bi vê pîşeya xwe di nava civakê de êdî tê naskirin û ev tişt anî ziman: "Armanca min ji çêkirina van parçeyan ew e ku mala min û bajarê min xweşik bibe.”

Bi dehan welatiyên herêmê parçeyan ji Etaş dikirin wek alavên xemilandinê û diyarî bi kar tînin.

(CU)

ANHA