Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê YPG'ê Akif spart axê

Bi dehan şêniyên navçeyên Şedadê û El-Erîş cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdulah Çaçan ê di Hemleya Bagera Cizîrê de li herêma Dişîşa şehîd bû, bi merasîmekê spart axê.

Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê YPG'ê Akif spart axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê YPG'ê Akif spart axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê YPG'ê Akif spart axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê YPG'ê Akif spart axê
14 hezîran, 2018   11:46

HESEKÊ

Welatiyan cenazeyê şehîd Ebdulah Çaçan (Akif) ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve derketin rê.

Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê endamê Fermandariya YPG'ê Mecid Şedadê axivî û got ku şehîdan riya azadî û rûmetê girt û têkoşîna xwe heta dawiyê meşandin.

Piştî axaftinê sicîla şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşman spart axê.

(dc/ew)

ANHA