Hesekê xwe ji cejnê re amade dike

Şêniyên bajarê Hesekê xwe ji bo pêşwazîkirina cejna Remezanê amade dikin.

Hesekê xwe ji cejnê re amade dike
Hesekê xwe ji cejnê re amade dike
Hesekê xwe ji cejnê re amade dike
Hesekê xwe ji cejnê re amade dike
Hesekê xwe ji cejnê re amade dike
14 hezîran, 2018   11:42

HESEKÊ

Bi boneya hatina cejna Remezanê li sûkên Hesekê tevger zêde bûye. Şêniyên bajar berê xwe didin sûkan û pêdiviyên cejnê dikirin.

Şêniyên bajarê Hesekê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Cilfiroşê bi navê Elî Sultan got ku hewaya cejnê pir xweş e û diyar kir ku bi saya cejnê liv û tevger li sûkan zêde bûye. Her wiha Elî diyar kir ku şêniyên bajar pêwîstiyên xwe ji bo cejnê dikirin û hemû alav erzan in.

Ciwanê bi navê Hîmen Cîhad got ku wan wekî salên berê xwe ji cejnê re amade kiriye, ji ber ku li herêmê ewlehî û aramî heye.

(bx/ew)

ANHA