Malbatên şehîdan hatin xelatkirin

Meclîsa Gel a bajaroka El-Elî Baciliye bi boneya cejna Remezanê malbatên şehîdên bajarok û gundewarên wê xelat kir.

Malbatên şehîdan hatin xelatkirin
13 hezîran, 2018   12:15

GIRÊ SPÎ

Endamên Meclîsa Gel a bajaroka El-Elî Bacîla ya girêdayî navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatên bi hatina cejna Remezanê alîkarî li malbatên şehîdan belav kirin.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Mala Gel a bajaroka El-Elî Bacîla Salih Derwîş destnîşan kir ku ew çi ji malbatên şehîdan re bikin lê li hember ked, berxwedan û lehengiya şehîdan kême û wiha pêde çû,"Şehîdên me ji bo ku em di rojên cejana de bi aramî bijîm canê xwe feda kirin. Ji ber vê yekê me malbatên wan xelat kirin da ku em wan ji bîr nekin."

(bx)

ANHA