Tirkiye kesên niştecîbûnê li Efrînê red dikin diqewitîne

Malbatên ji Xota ber bi Efrînê ve hatine koçberkirin, nexwestin li malên ku welatiyên wê di bin topbarana Tirkiyeyê de neçarî koçberiyê bûne de bi cih bibin. Dosya başûr hêjî li benda lihevkirinan e. Li Îraqê koalîsyona Muqteda El-Sedir bi Hadî El-Amirî re careke din kaxezên li Îraqê li hevûdu xistin. Li Yemenê jî Koalîsyona Erebî amadekariya derbasbûna bajarê El-Hedîde dike.

Tirkiye kesên niştecîbûnê li Efrînê red dikin diqewitîne
13 hezîran, 2018   08:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa geşedanên dawî yên li Efrînê kirin û diyar kirin ku gelek malbatên ji Xota El-Şerqiyê ber bi Efrînê ve hatine koçberkirin, nexwestin di malên welatiyên Efrînê de ku Tirkiyeyê û çeteyên wê neçarî koçberiyê kirine bicih bibin. Rojnameyan her wiha behsa aloziya başûrê Sûriyeyê, hevbendiyên Îraqê, Lûtkeya Trump û Kîm û geşedanên dawî yên bajarê El-Hedîde ya Yemenê û hin mijarên din kirin.

Gelek malbat naxwazin di malên Efrîniyan de bi cih bibin

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin, behsa nerazîbûna hin malbatên hatine Efrînê ku nexwestin di malên Efrîniyan de bi cih bibin kirin û artêşa Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê bi zora çekan van malbatan diqewitînin. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tabûrên alîgiriya Enqereyê hin malbatên Xota li Efrînê diqewitînin." Rojnameyê diyar kir ku Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî ku alîgirtiya Tirkiyeyê dike hin malbat û leşkerên ji Xota hatine qewitandin û di encamê de di hundirê bajêr de tevlihevî derket.

Rojnameyê li ser navê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku Ehrar El-Şam 7 malbatên ji Xota hatine Efrînê neçar kirin ku ji malên têde bi cih bûne derbikevin û di bin gefa çekan de ew qewitandin û hişyarî dane wan eger vegerin rewşa wan dê kambax be û dê bi danûstandina bi hêzên Kurdî re bêne tewanbarkirin. Ev nakokî jî ji ber ku hin malbatên Xota nexwestin di malên Efrîniyan de ku li ser destên hêzên Tirkiyeyê û komên opozîsyonê neçarî koçberiyê bûne de bi cih bin. Van malbatan peywendî bi xwediyên malan ên Efrîniyan re kirin û bi girêdestên fermî malên wan kirê kirin. Vê mijarê jî Ehrar El-Şam bi hêrs kir û ew ji van malan qewitandin û hincet girtin ku ev dever wan "rizgar" kiriye û ew dixwazin malbatên çekdaran têde bi cih bikin.

DAIŞ çalakbûna xwe di Sûriyeyê de vedigerîne

Rojnameya Şerq El-Ewsat di sernavekî xwe de wiha got: "DAIŞ çalakbûna xwe di Sûriyeyê de vedigerîne û hevkariyê bi Qaîdê re dike" rojnameyê got ku pisporên karûbarên rêxistinên radîkal destnîşan kirine ku rêxistina DAIŞ'ê çalakbûna xwe di van hefteyên borî de li Sûriyeyê vedigerîne û hêdî hêdî rêbaza rêxistina El-Qaîdê dide meşandin.

Rojnameyê li ser navê serokê Navenda Rojhilat û Kendavê ya Lêkolînên Leşkerî Riyad Qehwecî diyar kir ku DAIŞ derbasî qonaxeke nû bûye û rêbazên rêxistina El-Qaîdê dide meşandin. Pisporê karûbarên rêxistinên radîkal Ebdilrehman El-Hac got ku êdî DAIŞ kopiyeke pêşketî ya El-Qaîdê ye.

Rêjîmê belavok li ser sînorê Colanê weşandin

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Li rex çarenûsa ne zelal a devera sînorî.. fermandarekî alîgirê rêjîma Sûriyeyê: artêş parastina xwe ya ezmanî li nêzî Colanê xurt dike."rojnameyê li ser navê fermandarekî Koalîsyona Herêmî ku alîgirtiya Şamê dike ragihand ku artêşa Sûriyeyê parastina xwe ya ezmanî li nêzî sînorê bi Colanê re zêde dike.

Rojnameyê di berdewama gotara xwe de got ku di van hefteyên borî de şerê piralî li Sûriyeyê ber bi başûrrojavayê welat ve diçe û metirsiyên li herêma ku ji bo Îsraîlê girîng e zêde dibe ku ev salek e pevçûn têde hatine rawestandin. Fermandarekî alîgirtiya Şamê dike got ku amadekariyên çalakiyeke leşkerî ya hikûmetê li başûrrojava tên meşandin û niha hêzên hikûmetê berîkeke girêdayî leşkerên rêxistina DAIŞ'ê ya li nêzî bajarê Siwêda paqij dike.El-Sedir û El-Amirî kaxezên li Îraqê lihev dixînin

Girêdayî mijara Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat sernavekî xwe wiha nivîsand: "Bi hevbendiya El-Sedir û El-Amirî re kaxezên li Îraqê lihev ketin." Rojnameyê diyar kir ku ev gava ji nuşka ve dibe ku kaxezên siyasî yên li Îraqê lihev bicîne. Herdu serokên Şîayî Muqteda El-Sedir û Hadî El-Amirî hevbendiya herdu bilokên xwe yên hilbijartinan (Saîron) û (Hevbendiya El-Fetih) ragihandin.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev gav di heman dema tevgerbûyîna Îranê de ya bi serkêşiya Fermandarê Feyleq El-Qudis ê Zîrevanên Şoreşgerî Qasim Suleymanî re da ku aloziya sindoqên dengdayînê sînordar bike, pêk hat. Di heman demê de sefîrê Emerîka yê li Îraqê Doglas Sêlêman toreya xwe di nava bilokên siyasî de da meşandin.

Silêmanî hikûmeteke ku serokê wê bi lihevkirina hemûyan be pêk were

Rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha nivîsand: "çareseriyeke Îranî Silêmanî hildigire: Hikûmeteke hevgirtî û serokê wê bi lihevkirina hemûyan be." Rojnameyê diyar kir ku hêzên Sunnî û Kurdî yên Îraqê hewl didin hevbendiyeke nû ava bikin, da ku xwe ji serkeftina peywira Silêmanî re amade bikin.

Rojnameyê diyar kir ku hêzên Sunnî û Kurdî lihev kirine û hin çavkaniyan destnîşann kirin ku Îranê hevbendiyeke derveyî mezhebîbûnê red kiriye û xwe dispêre avakirina hikûmetekê ku têde hêzên Şîayî serwer be. Çavkaniyan destnîşan kirin ku Silêmanî pêşniyar kiriye ku Sunnî û Kurd beşdarî hilbijartina serokwezîrê Şîayî bibin.

El-Hedîde ya Yemenê li hemberî êrîşekê rû bi rû ye

Girêdayî mijara Yemenê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Hedîde li benda saeta sifir e da ku çalakiyekê li dijî Hosiyan bide destpêkirin" rojnameyê diyar kir ku hêzên Yemenê li rex hêzên Îmarat û Sûdanê bi alîkariya koalîsyona Erebî amadekariya êrîşa li dijî bajarê El-Hedîde dikin.

Lûtkeya Trump û Kîm.. belgeyeke dîrokî û rêbazên pêkanînê ne zelal in

Girêdayî lûtkeya dîrokî ya di navbera serokê Emerîka Donald Trump û hevpîşeyê wî yê Koriya Bakur Kîm Jong-Un de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump û Kîm hevpeymaneke dîrokî îmze dikin û guman li ser rêbazên pêkanînê hene." Rojnameyê got ku lûtke ji aliyê navnetewî ve hate silavkirin û bi taybet piştî ku hevpeymana dîrokî ya ji çar bendan pêk hat, lê dîsa jî di derbarê rêbazên pêkanînê de guman hene.

Rojnameyê destnîşan kir ku Kîm "tunekirina çekên nuklerî li nîvgirava Koriyayê" erê kiriye, lê hêjî nehatiye diyarkirin ku dê daxwaza Emerîka ya tunekirina hêza nuklerî ya Koriya Bakur pêk bîne. Hin siyasetmedar û lêkolîneran metirsiyên xwe anîn ziman ku Emerîka gelekî serê xwe daxistiye.

Koriya Başûr behsa dawiya şerê sar dike û Tehran jî Bakur li hemberî Trump hişyar dike

Rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Koriya Başûr behsa dawiya şerê Sar dike û Tehran jî Koriya Bakur li hemberî Trump hişyar dike." Rojnameyê diyar kir ku Koriya Başûr encamên lûtkeya di navbera Trump û Kîm de ya li Sangafora silav kir. Çîn jî got ku dem hatiye ku ceza ji ser dewletên Stalînîst bêne rakirin. Tehran jî hişyariya baweriya bi Trump da Biyongyang"

Daxuyaniyên Heniya tevliheviyeke mezin derxist û vegera Hemas ji Îran û Qeterê re îspat dike

Girêdayî mijara Filestînê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Daxuyaniyên Heniyê vegera Hemas li biloka Îranê îspat dike." Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniyên serokê buroya siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyê di van demên dawî de ya girêdayî têkliyên Tevgerê bi Tehran û Dewha û Şamê re tevliheviyeke mezin derxistiye. Ji aliyekî ve eşkere nîşan dide ku beşdarî biloka Îranê dibe tevî ku Heniye dibêje ku Tevgera wî ti carî li aliyê bilokekî bi serê xwe nasekine.