`Tirkiyê li Babê çeteyan dide bikaranîn`

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma destnîşan kir ku çete li Babê li ser mal û mulkên şêniyên herêmê yên ku dizîne, şer dikin.

`Tirkiyê li Babê çeteyan dide bikaranîn`
13 hezîran, 2018   06:24

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Cemal Ebû Cûma derbare rewşa Babê ji ajansa me ANHA`ê re axivî û got:˝ Li Babê û gundewarên wê rojane şer di navbera gurupên çeteyan derdikeve. Çete li ser mal û mulkên ji şêniyên herêmê û bi taybet ên Efrînê dizîne, şer dikin˝.

Polîtîka ku dewleta Tirk a dagirker li Babê dide meşandin ji aliyê Ebû Cûma ve wiha hat nirxandin:˝ Dewleta Tirk a dagirker jî zextê li şêniyên Babê dike ku demografiya herêma wan bide guhertin. Tirkiyê bi zanebûn nakokî û şerê di navbera gurûpên çete yên li Babê û gundewarên wê gur dike, dixwazê bi riya gurûpên çete sivîlan talan bike, demografiyê bide guhertin û bi riya çeteyan serweriya xwe li ser herêmê xurtir bike˝.

Ebû Cûma di nava gotinên xwe de anî ziman ku wan kiryarên Tirkiyê û çeteyan ên li ser sivîlên herêmê didin meşandin belge kirine û wiha berdewam kir:˝ Tenê di vê mehê de 7 caran şer di navbera çete û sivîlan de derketiye. Di van şeran de sivîl ku di nava wan de zarok û jin jî hene, li ser destê çete hatine kuştin û bi dehan birîndar çêbûne˝.

Di mijara gefxwarinên Tirkiyê ji bo dagirkirina Minbicê jî Ebû Cûma wiha got:˝ Kî difikire Minbic tehdîd bike, bila bizanibe ku ciwanên Minbicê li eniyane, ew amade ne parastina xaka xwe bikin, wan çawa canê xwe ji bo rizgarkirina Minbic feda kirin, dê ji bo parastina wê jî canê xwe feda bikin˝.

Ebû Cûma di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku niha gelek şêniyên Babê yên koçber bûne li Minbicê dijîn û ev tişt got:˝ Bila raghandin, civaka Navnetewî, Berpirsên Karûbarên Mirovî bizanibin ku niha bi sedan şêniyên Babê yên ji ber dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê koçber bûne, li Minbicê dijîn˝.

Meclîsa Babê ya Leşkerî duh bi riya daxuyaniyekê dagirkeriya Tirkiyê ya Babê şermezar kir û bang li civaka Navnetewî kir  zextê li Tirkiyê bikin da ku xwe ji Babê û Bakurê Sûriyê bikşîne û şêniyên herêmê vegerin herêma xwe.

(np)

ANHA