Li Qamişlo madeyên dem borî hatin şewitandin

Komîteya Parastina Welatiyan ya girêdayî şaredariya Gel a Şerqî û Xerbî ya bajarê Qamişlo madeyên xwarinê yên dem borî desteser kir. Şaredaryê her weiha hejmarek ji xwediyên dukanên bazirganiyê girtin.

Li Qamişlo madeyên dem borî hatin şewitandin
12 hezîran, 2018   13:03

QAMIŞLO

Komîteya Parastina Welatiyan gera xwe ya ku di 5`ê Hezîranê de destpê kir didomîne. Di hemleyê de madeyên dem borî hatin desteser kirin û sînor ji bazirganan re hate dayîn.

Ji destpêka hemleyê ve gelek madeyên dem borî li bajarê Qamişlo hatin desteserkirin.

Her wiha komîteyê xwdiyên dukanên bazirganiyê ji ber ku madeyên dem borî difrotin pere ji wan xwestin.

Komîteyê hemû madeyên dem borî li cihê komkirina qirêjê ya rojavayê bajêr şewitandin.

Di vê çarçoveyê de Endamê komîteya Parastina …….. ya girêdayî Şaredariya Gel a Şerqî Îbrahîm Şiwêş Reco got ku piştî wan gazincên şêniyan derbarê xwediyên dukanan ku madeyên dem borî difroşin wan gera xwe di nava sûka zêde kirin.

Reco got ku armanca wan parastina tendirûsiya welatiyan e.

Her wiha Reco bang li şêniyên kir ku di rewşên wisa de bi wan re bibin alîkar.

(bx)

ANHA