Komîteya Ciwanan a Eyn Îsa turnovaya fotbolê organîze kir

Li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî Komîteya Ciwanan bi boneya Cejna Remezanê turnoveya fotbolê birêxistin kir.

Komîteya Ciwanan a Eyn Îsa turnovaya fotbolê organîze kir
Komîteya Ciwanan a Eyn Îsa turnovaya fotbolê organîze kir
Komîteya Ciwanan a Eyn Îsa turnovaya fotbolê organîze kir
11 hezîran, 2018   16:11

GIRÊ SPÊ

Komîteya Ciwanên Meclîsa navçeya Eyn Îsa li gel kevneşopiyên pîrozbahiya Cejna Remezanê turnoveya fotbolê bi navê şehîd Umer Elûş organîze kir. Di Turnoveyê de 15 tîm bilîzin.

Turova bi merasîmekê dest pê kir û Meclîsa Sivîl a Reqayê û Komîteya Ciwanan jî di merasîmê de amade bûn. Di merasîmê de endamê Komîteya Ciwanan Abdullah Silêman axivî û şehîd Umer Elûş bi bîr anî.

Endamê Rêveberiya Komîteya Ciwanan a meclîsa navçeya Eyn Îsa Elî Mihemed jî got ev cara yekemîne ku ciwan turnove li navçeya Eyn Îsa birêxistin dikin û dê ji bo ciwanan çalakiyên wan berdewam bikin.

(hh)

ANHA