Efrîniyên li Şehbayê hovîtiya dagirkeran şermzar kirin

Efrîniyên li gundê Til Qerah ê navçeya Ihrisê kiryarên leşerkên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku erka xwe pêk bînin da ku gelê Efrînê wergerin warê xwe.

Efrîniyên li Şehbayê hovîtiya dagirkeran şermzar kirin
11 hezîran, 2018   15:03

ŞEHBA

Nerazîbûn li hemberî kiryarên leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê didome. Bi sedan welatiyên Efrînê yên li gundê Til Qerah ê girêdayî navçeya Ihris ê herêma Şehbayê daxuyanî dan.

Daxuyanî li pêşiya dibistana gund bi zimanê Erebî ji aliyê endamê Meclîsa gundê Til Qerah Mihemed Beko ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Komîteya Perwredeya Civaka Demokratîk Alya Ebdo ve hatin xwendin,

Di daxuyaniyê de kiryarên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê hatin şeremzarkirin û hate gotin, "Jin, zarok û ixtiyarên me qetil kirin, milkên me dizîn û xirabî û fesaya xwe hî jî didomînin. Şûnwarên Efrînê jî ji qirêjiya destên wan ne filitîn. Ew jî heman rêzbazên hovane yên DAIŞ bi kar tînin. Her wiha demografiya kantonê diguherin û gelê Kurd hedef digirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li civaka navdewletî hate kirin ku erka xwe pêk bînin û alîkaryê bidin da ku gelê Efrînê vegerin Efrînê bi din ala azadiyê de.

(bb)

ANHA