DAIŞ careke din li Idlibê xwe birêxistin dike

Piştî itîfaqa di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê çeteyên DAIŞ'ê careke din li parêzgeha Idliba ku di bin dagirkeriya Cebhet El-Nusra ye û destê Tirkiyê li ser e, xwe tevger dike.

DAIŞ careke din li Idlibê xwe birêxistin dike
10 hezîran, 2018   08:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê careke din li herêmên Idlibê yên ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin xwe birêxistin dikin. Di navbera çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusrea de serjêkirin derket, her aliyek dixwaze herêmê bixe destê xwe.

Navenda Çavêdirya Mafê Mirovan a Sûriyê derbarê mijarê got ku çeteyên DAIŞ'ê li Idlibê serê 3 endamên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) jêkirin. DAIŞ di bin avê Wîlayeta Idlibê sê kes serjêkirin. Dema serjêkirin pêk hat, cilên pirtuqalî li kesên serê wan hate jêkirin, hate kirin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku serjêkirina sê kesan piştî şerê ku li gundê Kefer Hind a gundê Seqlîn a bakur-rojavayê Idlibê di navbera DAIŞ û Cebhet El-Nusra de derket pêk hat. Çeteyên Cebhet El-Nusra hin komên DAIŞ'ê bi tewana ku şandeyên razayî yên DAIŞ'ê ne 6 endamên wan tesfiye kirin.

Li ser vê yekê di 4'ê hizêranê de li bajaroka Slqîn a bakur-rojavyaê Idlibê şer derket. Şer di navbera çekdarên Cebhet El-Nusra û malbatek Iraqî ya girêdayî DAIŞ'ê derket. Di encamê de 27 kes ji wan 5 endamên Nusra ne hatin kuştin.

Piştî toreya 9'an a civînên Astana ku di nîvê meha gulanê de hate lidarxistin, Rûsiya ,Tirkiyê û Îranê biryar dan ku parêzgeha Idlibê di bin berpirsyariya dewleta Tirk. Ji wê demê ve nakokî, bûyerên şer, revandin û teqînan zêde bû.

Di gelek raporên çapemeniyê de hate gotin ku dewleta Tirk piştgiriya lojistî û leşkerî ji çeteyên DAIŞ'ê re pêşkêş dike, her wiha petrol berê jê kirî. Di heman demê de dewleta Tirk bi hemû hêza xwe piştgiriya Cebhet El-Nusra jî dike.