Şervanên Bagera Cizîrê du gundên din rizgar kirin

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de, gundên Şemas û Hilwe yên girêdayî Şedadê rizgar kirin.

Şervanên Bagera Cizîrê du gundên din rizgar kirin
Şervanên Bagera Cizîrê du gundên din rizgar kirin
Şervanên Bagera Cizîrê du gundên din rizgar kirin
Şervanên Bagera Cizîrê du gundên din rizgar kirin
9 hezîran, 2018   18:19

XALID EL-CÛMA – EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê didome. Şervanên QSD‘ê piştî şerekî dijwar li dijî çeteyan DAIŞ‘ê li gundên Şemas û Hilwa yên 18 km dikevin rojhilatê navçeya Şedadê, her du gund rizgar kirin.

Şervanê QSD‘ê Hisên El-Hemdî derbarê pêşevçûnên pêngavê ev agahî da, "Em îro derbasî herdu gundan bûn, me niştecihên wê ku çeteyan wekî mertalên zindî bi kar di anîn rizgar kirin. Pêngava me berdewam e ta hemû gund ji çeteyên DAIŞ‘ê werin rizgarkirin.

Ekîpên endizyariyê yên QSD‘ê xebatên paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyan didomîne.

(bb)

ANHA