Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan li El-Hedîda bombebaran kir

Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê bargehên koma Hûsî yên parêzgeha El-Hedîda ya berava rojava ya Yemenê bombebaran kirin. Koalîsyona Erebî da zanîn ku di nav 24 saetên dawî de 42 çekdarên hûsiyîn hatin kuştin.

Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan li El-Hedîda bombebaran kir
9 hezîran, 2018   10:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên meydanî îro Şemiyê ragîhandin ku balafirên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike bargeh û noqteyên kombûna Hûsiyîn yên li mezreyên Mudîriyeta El-Tehtiya û bargehên Mudîriyeta El-Dirêhmî yên li başûrê Bajarê El-Hedîdiya bombebaran kirin.

Di dema bombebaranê de di navbera hêzên Koslîsyona Ereban û çekdarên Hûsî de şer derket. Şer li Hîs, El-Tehîta û El-Dirêhmî rû dan. Ev yek bû sedema ku Koalîsyona Erebî hêzên teqwiye bibin derdora bajarê El-Hedîda.