Li El-Bûkemal şer giran dibe

Li herêma El-Bûkemal di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de şer bi giranî rû didin. Hêzên rêjîmê hewl didin ku herêmên di bajar de winda kirine, careke din vegerîn e.

Li El-Bûkemal şer giran dibe
9 hezîran, 2018   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavkaniya Mafê Mirovan a Sûriyê (Mersed El-Sûrî) diyar kir ku li herêma El-Bûkemal di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê şer bi giranî rû didin.

Hate gotin ku DAIŞ ku duh êrîşek dijuar anîn ser bajar û beşek bajar ji hêzên rêjîmê stend paş ve vedigere. Hêzên rêjîma Sûriyê jî di nava hewldanan de ye ku çeteyan li derdroa bajar bixin çemberê û hebûna wan bi dawî bikin. Hêzên rêjîmê ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bike, hêzên mezin a teqwiyê birin El-Bûkemal.

Mersed Sûrî her wiha da zanîn ku şer roja înê di saetên berbanga sibê di navbera herdû aliyan de rû da û destnîşan kir ku herî kêm di şer de 30 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin,her wiha 21 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştinji wan 10 çeteyan xwe teqandin.

Çeteyên DAIŞ'ê bi dijwarî êrîşî bajarê El-Bûkemal ku di bin destê rêjîma Sûriyê de bûn, kirin. Hêzên rêjîmê jî bi dijwarî bersiva êrîşan kirin û xwest herêmên ji destê wê derketine careke din pêş de vegerîne.