Di xwepêşandanên li Xezayê de 3 Filistînî mirin û 197 jî birîndar bûn

Di xwepêşandanên îro yê "Meşa Vegerê" yên li Xezayê  hatin lidarxistin de û encama mudaxleyên Hêzên Israîlê de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 197 jî birîdar bûn.

Di xwepêşandanên li Xezayê de 3 Filistînî mirin û 197 jî birîndar bûn
8 hezîran, 2018   18:53

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku li parêzgeha Refehê, di encama pêşveçûnên di xwepêşandêran Filistînê û Hêzên Israîlê de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan .

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku, li dirêjahiya xeta sînorê Xezayê  197 Filistînî birîndar bûn, hin kes birîna wan xeter e.

(şx)

ANHA