‘Li dijî veşartina rastiyê, em ê bibin dengê gelê xwe’

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Ekrem Berekat diyar kir ku Ragihandina Azad li rexma siyastên rastiyan diveşêrin jî hertim bû dengê gelê xwe, dê li dijî hemû hewildanên dagirkeriyê bibin dengê civaka xwe.

 ‘Li dijî veşartina rastiyê, em ê bibin dengê gelê xwe’
8 hezîran, 2018   18:34

BÊRÎTAN MEDÛSA / QAMIŞLO

Yekîtiya Ragihandina Azad îro bi dirûşma ‘Ragihandina Azad Dengê Civaka Azad e’ kongreya xwe ya 4’emîn li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya Qamişlo lidar xist. Piştî Şoreşa Rojava di 7’ê Îlona 2012’an de 1’emîn kongreya xwe li darxist. Yekîtiya Ragihandina Azad yekem saziye ku di Rojavayê Kurdistanê de bi kongreyê hat avakirin. Yekîtiya Ragihandina Azad bi 85 endaman destpêkir, her pêvajoyek tijî berxwedan de rêxistina xwe bi hêzkir û niha gihiştiye 318 endaman. Di 1’emîn kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad de yekîtiyê xwe li dora meclîsa rêveber bi rêxistin kir. Di kongreya 2’emîn a di 2015’an de hatî lidarxistin de derbasî sîstema hevserokatiyê bûn. Di kongreya 3’emîn a di 2016’an de hat lidarxistin de rêxistina xwe ji ser asta Rojavayê Kurdistanê derbasî ser asta Bakurê Sûriyeyê kir.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê me li ser pêwîstiya hebûn, şêweyê rêxistinê û armancên rêxistina rojnamegeran ji Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad a pêvajoya 2016-2018’an Ekrem Berekat hevpeyvîn çêkir.

‘Me ji tunebûnê destpê kir, niha akedemiyên me hene’

Ekrem Berekat bal kişand ser pêwîstiya rêxistinê û wiha axivî; “Xebatek ku rêxistina wê nebe, serkeftinek tê de çênabe. Lewma jî pêwîstî bi rêxistinek sêwan ji bo rojnamegeran li ser asta Rojava û Bakurê Sûriye yê hebû. Li seranserê Suriye yê qada ragihandinê nefes nedigirt, pêwîstî hebû ku ev qad gav biavêje. Bi rêya Ragihandina Azad ji tunebûnê destpê kir û niha akedemiyên ragihandinê hatine vekirin. Ev rê li ser xeta Mazlûm Dogan ku di girtîgeha Amedê de got ‘Berxwedan Jiyane’ hat vekirin.  YRA’yê heta niha xwe  li gor pêvajoyan xwe bi rêxistin kir û dê ji îro pêve jî bibe bersiva rojevê. Niha herî dawî çawa ku em ragihandina azad û dengê civakê bi endamên ragihandin, civak û saziyên hene bidin nasîn û derfetên xebatê bidin avakirin. Em ji bo her rojnamegerên endam an jî ne endam dibin alîkar ku di herêmê de xebatên xwe bide meşandin.”

’18 hevalên me ji bo rastiya gel canê xwe dan’

Berekat 18 rojnamegerên ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji destdane bi bîr anî û wiha pêde çû; “Ev hevalên me li ser rêya Mazlûm Dogan şehîd bûne. Wan ji bo rastî û dengê gelê xwe bigihînin cîhanê canê xwe dan. Wan bi canê xwe li dijî polîtîkayên reşkirina şoreşa gelê xwe vale derxistin. Ji xwe ferqa me ji ragihandina sîstema kapîtalîst ev e. Em rastiya civaka xwe radigihînin, ragihandinên sîstemê propogandaya sîstema desthilatdar dikin. ”

‘Li rexam siyaseta rastiyê dibveşêre em bûn dengê gelê xwe’

 Berekat destnîşan kir ku heta niha Ragihandina Azad tucar bêdeng nemaye û ji îro pêde jî nemaye û gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Her sal dagirkeriya dewleta Tirk wek dosya çêdikin, bi raya giştî û saziyên ragihandinên cîhanê re tên parvekirin. Dîsa zextên ku li ser Ragihandina Azad tên kirin jî bi heman şêweyî tên raporkirin û parvekirin. Di êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk ên li ser Nisêbîn, Efrîn û tişên niha jî pêktên, kirine rapor û parvedikin. Li van herêman grup hatin avakirin û bi awayek ekîp kardrin. Kirinên li ser gel hatin parvekirin. Di van mijaran de têkiliyên me bi saziyên rojnamegerên derve û re jî çêbûn. Her çendî li gor rewşa siyasî rastî hatin veşartin jî me dan nişandan û emê bidin nişandan jî.”

 ANHA