Rojnameyên ereban îro bahes çi dikin?

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişandin ser gefên Netanyahu ji Esed re, pêşketinên şervanên QSD'ê bi dest xistine û nakokiyên di perlamantoya Îraqê de. Rojnameyan her wiha mijarên aloziya Urdinê jî girtin dest.

Rojnameyên ereban îro bahes çi dikin?
8 hezîran, 2018   08:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereban di rûpelên xwe yên îro de aloziya Sûriyê wekî mijareke sereke girtin dest. Her wiha mijarên Îraq, Urdin û Yemenê jî hatin nirxandin.

Sûriyê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Netanyahu raghîand ku ew 'destnedayîn' ji ser Esed radike û Rûsiya û Îsraîl derbarê başûr de danûstendinan dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Îsraîl pîlanek amadekiye ku bargehên xwe li Golan a Sûriyê zêde bike û wiha dom kir: "Pîlanek amadekiriya ku Ewropa û Amarîka biryara Îsraîlê ya serweriya ser Golanê fermî qebûl bikin. LI aliyê din hin berpirsên ewlekariyê yên Rûs bi Îsraîlê re mijarên pêkanîna ewlekariya Sûriyê nîqaş dikin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Benjamin Netanyahu nameyek yekser ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re şand. Di nameyê de netenyaho got ku êdî mafê 'destnedayînê' ya Esed nemaye."

Rojnameya El-Rey ya Kiwêtê derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Pûtîn: em ê li Sûriyê dimîn in" avêt. Rojnameyê got ku Serokê Rûsiya êvara roja pênşemê diyar kir ku hêzên Rûsiya yên li Sûriyê bi armanca piştgiriya Serokê Sûriyê Başar El-Esed ji sala 2015'an de li Sûriyê ne dê bimîn in."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku Pûtîn tevlî bernameyek pirs û bersiv ya televizyonê bû û got ku tevgera fireh a hêzên wan a leşkerî bi dawî bû û wiha dom kir: "Niha leşkerên me li Sûriyê hene, karê wan jî parastina ewlekariya berjewendiyên Rûsiya li herêma stratejîk e. Pûtîn, her wiha da zanîn ku dê leşkerên wan heta berjewendiyên Rûsiya hebe, li wir bimîn in û destnîşan kir ku tu niyeta wan nîna ku hêzên xwe ji wir vekşîn in."

Tirkiyê dagirkeriya xaka Sûriyê didomîne

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Zanîngehek Tirkiyê şaxê xwe li Babê vedike" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Zanîngeha Heran a Tirkiyê duh yekem şaxê xwe li herêma Bakurê SÛriyê ya di bin dargirkeriya wê de, vekir."

Rojnameya El-Heyat derbarê hemleya QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê sernavê "QSD'ê li başûrê Hesekê gundan ji DAIŞ'ê destine" avêt.Rojnameyê destnîşan kir ku QSD'ê ragîhand ku hejmarak gund li başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê standin û wiha dom kir: "Gund di çarçoveya hemleya li dijî DAIŞ'ê ya bi navê Bagera Cizîrê hatiye destpêkirin û tekez kir ku di şer de 46 çete ji wan 4 serçete hatin kuştin. Amarîka jî pêşveçûna şervanên QSD'ê silav kir."

Iraq

Derbarê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "'Derbeya spî' li dijî encamên hilbijartinan hate lidarxistin" avêt. Rojnameyê got ku derdorên Iraqê destnîşan kirin ku biryara perlemantoya  Iraqê ya hejmartina dengan bi destan, dorpêça li encama ye."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Komseriya Bilind a Hilbijartinan, beranberî Perlemantoya Iraqê derdikeve" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku helwestên erênî yên siyasî li Bexdayê lihev geriyan, bi taybet piştî rojekê ji biryara perlamantoyê ya sererastkirina qanûna hilbijartinan."

Lubnan

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Lubanê de sernavê "Amarîka û Îsrîalî pîlanek ji Lubnanê re pêşkêş kir: danûstendina giştî ku Mezari Şeba jî di nav de ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku tevgerên dawî ber bi vekirina sînorê bejahî û deryayî yên di navbera Luban û Îsraîlê ve diçe û wiha dom kir: "Amarîka navbênkariyê di navbera Luban û Îsraîlê de dike. Ev piştî civîna nişkave ku li ser asta rêveberiya Lubanê li qesra Biebde hate lidarxistin. Mudîrê Ewlekariya Giştî Ebas Ibrehîm, Serokê Şandeya Leşkerî ya Lubanê jî beşdarî civîna sê alî bûn. da ku erêkirina siyasetmedaran a li ser mijarê qezenc bikin, pêk hatiye."

Urdin

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Urdinê sernavê "Aloziya Urdinê ber bi çareseriyê ve diçe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku aloziya Urdinê piştî ku Serokê Hikûmetê yê nû Umer El-Rezaz ber bi kişandina pirojeya bace ve diçe, alozî ber bi çareseriyê ve diçe."

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Reşnivîsa pîlana Griffith li Yemenê, Hûsiyîn dûrî rakirina çekdan û hikûmeta demkî dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkaniyên xwedî agahî diyar kirin ku nûnerên şandeya navdewletî li Yemenê Martin Griffith reşnivîsek ji pîlana aştiyê li Yemenê pêşkêş kirin û wiha dom kir: "Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî reşnivîsê Hûsî ji rakirina çekan û hikûmeta demkî vala dike. Her wiha ji koma Hûsiyîn dixwazin ku dest ji fûzeyên balastî berdin beranberî wê jî Koalîsyona Navdewletî dest bi bombebarana bargehên wan berde. Her wiha itîfaqa veguhestana desthildariyê pêk were."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê  civîna koma 7'an  ku li Keneda hate lidarxistin, sernavê "Siyasetên Trump civîna 7'an ku li Keneda tê lidarxistin, diceribîn e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ku civîna koma 7'an îro li Keneda di nava parçebûna Amarîka û hevkarên wê de tê lidarxistin, nakokiyên wan li ser gelek gelek mijaran pêk tê.