Bi sedan kesî cenazeyê Şehîd Ebulrehman Seyîd spartin axê

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê Asayîşê Ebulrehman Seyîd li goristana Şehîd Rustem Cûdî, spartin axê.

Bi sedan kesî cenazeyê Şehîd Ebulrehman Seyîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê Şehîd Ebulrehman Seyîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê Şehîd Ebulrehman Seyîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê Şehîd Ebulrehman Seyîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê Şehîd Ebulrehman Seyîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê Şehîd Ebulrehman Seyîd spartin axê
7 hezîran, 2018   11:37

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazeyê endamê Asayîşê Ebdulrehman Seyîd ê yê dema erka li navçeya Til Temir pêk tanî, şehîd bû ji navenda Melcîsa Malbatên Şehîdan wergirtin. Girseya gel cenaze bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya girêdayî Dirbêsiyê derxistin rê.

Li riya ketina goristanê girseya gel cenaze li ser milên xwe kirin û bi diruşmeyan ber bi goristanê ve meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.

Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb axivî  û sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Bakurê Sûriyê re xwest. Xetîb di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de Endmê Rêveberiya Asayîşa Usama Temir jî axivî û got ku şehîd bi tekoşîn û fedekariya xwe riya aştiyê vekirin û ev tişt anî ziman:  " Em wekî hevalên Ebdulrehîm soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawî şopdarên riya wî bin."

Di merasîmê de her wiha Endamê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Ebulah Şêxaka jî axivî û got  ew ê heta avakirina Sûriyaya azad xeta şehîdan bidomîn in.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

(dc)

ANHA