Firna Eştar hate vekirin

Desteya Aborî li taxa Nasra ya bajarê Hesekê firnek taybet bi jinan bi navê Firna Eştar bi merasîmekê vekir.

Firna Eştar hate vekirin
Firna Eştar hate vekirin
Firna Eştar hate vekirin
Firna Eştar hate vekirin
Firna Eştar hate vekirin
7 hezîran, 2018   11:45

HESEKÊ

Desteya Aborî bi armanca pêşxistina rola jinê û aboriya wê li bajarê Hesekê firneke taybet bi jinan vekir. Di firneyê de 3 jinên ku pereyên wan di vekirina firnê de hene dê bixebitin.

Bi dehan jinên bajarê Hesekê tevlî merasîma vekirina firnê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê yek ji rêveberên Desteya Aborî Hêvda Abdullah axivî û vekirina firnê li hemû jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku jin xwe bi xwe kar û xebatê xwe bimeşîne me ev firne vekir."

Di dawiyê de deriyê firnê ji aliyê dayîka şehîd Mediya Îsa ve hate vekirin.

Wek ku hatiye payîn wê firin di meha Remezanê de ji saet 13:00 heta dema fitarê bixebite û piştî Remezanê wê ji saet 5:30 heta derdora 11:30`an bixebite

(bx)

ANHA