Rêveberiya Minbicê: Em ê aramî û ewlehiya herêmê biparêzin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di daxuyaniyekê de got ku rêjîma Tirkiyeyê bi riya van gefên xwe yên li dijî Minbicê hewl dide aramî û ewlehiya li Minbicê û jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibe û piştrast kir ku dê parastina xwe ji aramî û ewlehiya Minbicê re berdewam bikin.

Rêveberiya Minbicê: Em ê aramî û ewlehiya herêmê biparêzin
7 hezîran, 2018   09:47

MINBIC

Girêdayî geşedanên dawî yên li Minbicê û nûçeyên dawî yên di derbarê hevpeyamaneke Emerîkî – Tirkî de, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr El-Şêxo ve li pêşiya avahiya rêveberiyê bi amadebûna endamên rêveberiyê, komîn û meclîsên herêmê hate xwendin.

Daxuyaniya Rêveberiyê wiha ye:

"Aramî û ewlehiya ku welatiyên me li Minbicê û gundewarê wê jiyan dikin, ne li gorî berjewendî û çavbirçîbûna Osmaniyên Tirk in ku hewl didin dagirkeriya axa Sûriyeyê bikin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêza tekane ye ku nûnertiya welatiyên bajarê Minbicê û gundewarê bi hemû pêkhateyên wê dike û ji erka wê ye ku herêma xwe ji hemû êrîş û destdirêjiyan biparêzin. Ji ber ku ew nûnerê welatiyên Minbicê ye herêm ji destên çeteyên DAIŞ'ê ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin rizgar kirin û di vê derbarê de bi sedan şehîdên weke Feysel Ebû Leyla, Ednan Ebû Emced, Ebû Casim El-Begarî û Botan Turkmen dan.

Her wiha hêzên ewlehiya hundirîn ku ji bo parastina ewlehiya welat û welatiyan bê navber xebatên xwe berdewam dike. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk beriya ku hemleya rizgarkirina Minbicê dest pê bike hate damezrandin û rizgarkirina bajêr bi alîkariya welatiyên wê hate meşandin. Niha jî ew dikare rêveberiya Minbicê bike ji ber ku di serdema borî de piştî hate rizgarkirin xebatên xwe bi riya meclîs û komîteyên cûda bi rêk û pêk dane meşandin. Pêdiviya welatiyên bajêr bi destwerdan û fermanên derve tune ye.

Dewleta Tirk dewleteke cîran e gelo çawa dê herêmê rizgar bike û di heman demê de alîkariya tabûrên tarî yên li Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê dike û li van deveran  tevlihevî, kuştin û talanê pêk tîne. Divê dewleta Tirk ji van herêmên ku dagirkirine derbikeve û rê li pêşiya welatiyên van herêman were vekirin da ku rêveberiya xwe bi xwe bikin.

Em welatiyên heman welatî ne. em van daxuyanî û gefxwarinên ji aliyê rêjîma Tirkiyeyê ve qebûl nakin. Rêjîma Tirkiyeyê bi van helwestên xwe hewl dide aramî û ewlehiya li Minbicê têk bibe û jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê hilweşîne.

Her wiha em spasiya xebatên şêwermendên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel a alîkariya wan bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re dikin ku di encamê de ciwanên herêmê gihîştin asta ku bi xwe perwerdeyên xwe bibînin û parastina xwe bikin. Em oxirkirina lehengan wan oxir dikin.

Em weke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ji welatiyên Minbicê re dibêjin ku bila bala wan aram be. Em ê parastina aramî û ewlehiya li herêmê berdewam bikin û rewşa xizmetguzarî û jiyana hevbeş li herêmê pêş bixînin. Her wiha li ser bingeha edaleta civakî û beşdarbûna piralî derfet dê bêne peydakirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêza tekane ye ku parastina ewlehiya welatiyan dike. Em bang li hemû welatiyên Minbicê yên penaber bûne dikin ku vegerin bajarê xwe û li ser bingeha hezkirin, aştî, geşbûn, ewlehî  û aramiya hemûyan beşdarî avakirina herêma xwe bibin.

Tişta ku divê dewleta Tirk pêk bîne ew e ku divê koçberên Minbic, Cerablûs, Bab û Efrînê vegerîne malên wan."

Daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê weke bersivekê li hemberî gefên Tirkiyeyê yên dubare yên destwerdana bajarê Minbicê û civîna dawî ya di navbera Tirkiye û Emerîka de li Waşintonê, tê. Di vê civîna dawî de jî tê gotin ku di navbera wan de hevpeymaneke di derbarê Minbicê de pêk hatiye û Rêveberiyên Sivîl û Leşkerî yên Minbicê ragihandin ku ti agahiyên wan di derbarê madeyên vê hevpeymanê de tune ne.

ANHA