Çavekî cotkaran li berheme û çavê din li rêveberiya herêmê ye

Cotkarên herêmên Bakurê Sûriyê di vê demê de dest bi berhevkirina zeviyên genim û ceh dikin. Ji ber berhema îsal a herêma Tebqayê kêm e, çavekî welatiyan li berhem e û çavê din li  rêveberiya bajar e ku alîkariya wan bike.

Çavekî cotkaran li berheme û çavê din li rêveberiya herêmê ye
Çavekî cotkaran li berheme û çavê din li rêveberiya herêmê ye
Çavekî cotkaran li berheme û çavê din li rêveberiya herêmê ye
Çavekî cotkaran li berheme û çavê din li rêveberiya herêmê ye
6 hezîran, 2018   07:20

EBDULREZAQ ZEKERIYA/TEBQA

Ji ber barîna barana paşwext a zêde cotkarên Tebqayê berhemên genim û ceh ê îsal dereng çinîn. Ji ber rewşa hewayê û ne hatina baranê di dema xwe de berhemê îsal ne baş bû.

Cotkar ji ber derengmayîna çinîna genim û ceh, berhevkirina zeviyên xwe dabeşî 2 cûreyan kirin. Beşekî cotkaran bi dersayan û beşekî din jî bi destan (dehsan bikar tînin) berhev dikin.

Ji ber rewşa cotkaran Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê destnîşan kir ku ew ê berhemê îsal bi buheyekî baş ji cotkaran bikir.  Rêveberî dê her kîloyek genim bi 170-175 lîreyên Sûriyê li gorî cûreya wê ji cotkaran bikire.

Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê destnîşan kir ku zeviyên herêmê yên bi genim hatine çandin, derdora 16 hezar hiktar e.

Hêjayî gotinê ye ku berhemên çandiniyê di çend salên derbasbûyî de ji ber tunebûn seman û buhabûna tov paş ket. Bi teybat di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de û ji ber pêla ziwabûnê ku li herêmê pêk hat.  

 (şx)

ANHA