Hevalên Ebû Leyla riya wî dişopîn in

Bi boneya duyemîn salvegera şehadeta fermandar Feysel Ebû Leyla hevalên wî diyar kirin ku dê têkoşîna xwe li ser riya pêkanîna hêvî û daxwazên wî dewam bikin.

Hevalên Ebû Leyla riya wî dişopîn in
6 hezîran, 2018   06:53

KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Duh 5'ê hizêranê duyemîn salvegera şehadeta Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Feysel Sadûn (Ebû Leyla) bû ku di çarçoveya hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê de şehîd bibû.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtina hin rêhevalên şehîd Ebû leyla ku cihê xwe di xebatên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê de digirtin, kirin. Hevalên Ebû Leyla behsa bîranînên xwe yên bi fermandarê xwe şehîd Ebû Leyla re kirin.

Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Egîd Şems El-Şemal destnîşan kir ku şehîd Ebû Leyla xwedî kesayeteke xurt û zîrek bû û got ku şehîd Ebû Leyla yek ji kesên cîwaz di jiyana wî de ye ku di nava hemû hevalên xwe de dihat hezkirin.

Egîd di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku şehîd Ebû Leyla her tim diyar dikir ku ew weke ciwanên ji pêkhateyên cûda di nava xebatên rizgarkirinê de yek dest in.

Egîd destnîşan kir ku ew di berxwedana Kobanê de di dawiya sala 2014'an û destpêka 2015'an de bi têkoşer Ebû Leyla re jiyan kiriye û ew beşdarî tabûra wî bûye û di pevçûnên li Murşidpînarê de birîndar dibe . her wiha di hemleyên rizgarkirina bajaroka Sirrîn û bendava Tişrînê de jî li rex têkoşer Ebû Leyla dimîne û di rojên destpêkê yên rizgarkirina bajarê Minbicê jî li rex wî bû.

Egîd destnîşan kir ku hêvî û daxwazên têkoşer Ebû Leyla rizgarkirina bajarê Minbicê bûn û tunekirina çeteyên DAIŞ'ê bû da ku welatiyên herêmê aram jiyana xwe berdewam bikin.

Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Egîd Şems El-Şemal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê têkoşîna xwe li ser xeta şehîdan û di serî de şehîd Feysel Ebû Leyla berdewam bikin.

Ebû Leyla.. jêdera moralan û sembola lehengiyê bû

Cîgirê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim diyar kir ku şehîd Ebû Leyla di xebatên rizgarkirina bajarê Minbicê de gelekî bi coş bû û wiha got: "Di destpêka amadekariyên hemleyê de, şehîd Ebû Leyla şervanên xwe birêxistin kirin û perwerdeyên nû ji wan re organîze kirin."

Necim destnîşan kir ku tişta herî biçûk ji bo fedekariya şehîd Ebû Leyla û malbata wî ew bû ku bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê were rizgarkirin.

Ebû Elî Necim di dawiya axaftina xwe de got ku şehîd Ebû Leyla jêdera moralan û sembola lehengiyê bû û niha akademiyên leşkerî li ser hêvî û daxwazên wî perwerdeyên xwe didin meşandin.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê bi navê Umer Mazirlî ku li rex şehîd Ebû Leyla beşdarî gelek şer û pevçûnan bûye di derbarê lehengiya şehîd Ebû Leyla de wiha bi bîr anî: "Şehîd Ebû Leyla her tim cihê xwe li eniyên pêşîn digirt. Carekê ji caran tevî ku birîndar bû karibû li navçeya Ebû Qelqel dorpêça li ser şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bişkîne."

Mazirlî da zanîn ku hêviya şehîd Ebû Leyla ew bû ku bajarê Minbicê azad bibîne û hemû pêkhateyên herêmê bi yek destî beşdarî xebatên ji nûve avakirina bajêr bibin.

Mazirlî da zanîn ku hêjî gelek hêviyên şehîd Ebû Leyla pêk nehatine û ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên wî dê têkoşîna xwe li ser riya wî û hemû şehîdên azadiyê berdewam bikin.

ANHA