Artêşa Tirk gundê Elî Şar a Kobanê gulebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker şevê din gundê Elî Şar ê Kobanê gulebaran kir, bi vê yekê xwest ku tisê bixe nav welatiyên herêmê.

Artêşa Tirk gundê Elî Şar a Kobanê gulebaran kir
6 hezîran, 2018   06:45

KOBANÊ

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kirin ku Artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor bi cih bûne gule li ser gundê Elî Şar a rojhilatê Kobanê barandin.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku leşkerên Tirk gule di saetên derengî şevê de li gund barandin. Gulebaran derdora 20 deqeyan dewam kir. Welatiyên herêmê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk ji gulebaranê ew e tirsê di nava welatiyan de pêk bîn in û bi taybet di vê meha Remezana pîroz de.

Ev ne cara yekem e ku Artêşa Tirk guleyan li ser gund dibarîn in.

(dc)

ANHA