cewherên Firatê û zulma dagirkeran heta bilindbûna roja gelan -2

Sûdwergirtina Tirkiyeyê û Îranê ji şoreşê û derxistina ji riya wê û guhertina demografîk

cewherên Firatê û zulma dagirkeran heta bilindbûna roja gelan -2
6 hezîran, 2018   04:17

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Tişta ku zulm û desthilatdariya rêjîma Baasê û opozîsyona Stenbolî ya çeteyan li ser gelê Sûriyeyê bi giştî zêde kiriye, bikaranîna Tirkiyeyê ji hin aliyên Sûriyeyê re bû ku ew xwediyê komkujiyên herî mezin di dîroka herêma rojhilat de ye, nemaze yên di derheqê Ermeniyan, Kurd û Ereban de. AKP'ê herêma rojhilatê Sûriyeyê veguhert navenda terorê û qada komkujiyan û bi guhertina demografîk a Îranî hate temamkirin da ku Îran projeya xwe ya Kevana Şîayî li ser hesabê xwîna welatiyên Sûriyeyê pêk bîne.

Di vî beşê duyemîn a dosyeyê de em ê hewl bidin kurtedîroka rola Tirkiyeyê di bikanîna şoreşê û derxistina wê ji riya rast li gorî berjewendiyên siyasî û netewperestî û aborî vebêjin ku welatiyên herêma rojhilat ji bo şerên xwe bikar anîn. Îranê jî ji vê aloziyê sûd wergirt û destwerdana Sûriyeyê kir û demografiya herêmê diguherîne da ku berjewendiyên xwe yên stratejîk di Sûriyeyê de pêk bîne.

Rola Tirkiyeyê di derxistina şoreşê ji riya rast û geşkirina terorê li herêma rojhilat

Dewleta Tirkiyeyê şoreşa Sûriyeyê ji xwe re bikar anî û ji riya wê rast derxist û di bin durişmeya ku dê alîkariya Artêşa Azad di hilweşandina rêjîma Baasê de bike destwerdana herêmê kir û bi vê yekê bû serê aloziya Sûriyeyê di derketina terorê de, ji ber ku ew alîkarê terorê yê sereke ye.

Piştî ku dîtatoriyeta Sedam Hisên li Îraqê hilweşiya û hêzên Emerîka di sala 2003'an de derbasî Îraqê bûn, Tirkiyeyê di bin navê "cîhadê" de alîkariya tabûrên radîkal kir ji bo şerê gawir û xaçperestên demê bikin. Di vê çarçoveyê de hin ji ciwanên Dêrazorê û Reqayê beşdarî nava rêxistina El-Qaîdê li Îraqê bûn. Yek ji van kesan "Ebû Mihemed El-Colanî" ye ku niha serkêşiya çeteyên Cebhet El-Nusra dike û li bajaroka Şihêl a gundewarê Dêrazorê ji dayîk bûye.

Evan komên radîkal hema ji şoreşa Sûriyeyê sûd wergirtin û dest bi destwerdana xwe di nava şoreşa Sûriyeyê de kirin û di vê yekê de alîkariya xwe ji dewleta Tirkiyeyê û hevkarên wê yên herêmî yên weke Ixwan Muslimîn û hevkarên herêmî yên weke dewleta Qeterê wergirtin. Van dewletan jî evan tabûrên radîkal li gorî siyasetên xwe dane meşandin û di qadên navnetewî de parastina wan kirin ku ew nûnertiya opozîsyon û şoreşa Sûriyeyê dikin û nexwestin ku ew li lîsteya terorê ya cîhanî bêne zêdekirin.

Li rex van buyeran xêr û bereketa herêmê ya petrol, gaz, şûnwar û hilberîna çandiniyê bi riya serçeteyên Cebhet El-Nusra hatin dizîn. Paşê jî bi riya kordîneya di navbera serçeteyên DAIŞ'ê û istixbarata Tirkiyeyê de li gorî belgeyên ajansa me ANHA'yê eşkere kirine û çalakvanên herêmê di wê demê de ku eşkere bû Tirkiye bi riya DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra hilberînên Sûriyeyê didize.

Berê çekên xwe dane hemberî Kurdan da ku berjewendiyên netewperestî, siyasî yên Tirkiyeyê pêk bînin

Tê zanîn ku rastiya êrîşên li dijî Serêkaniyê di dawiya sala 2012'an û destpêka 2013'an de eşkere bû. Di wê demê de ji her kesî re eşkere bû ku evan komên radîkal ji ku derê tên û armanca alîkarên wan çi ye û dewleta Tirk çi dixwaze, her wiha rêjîma Sûriyeyê ji berfirehkirina qada şer û tevliheviyê çi dixwaze da ku desthilatdariya xwe biparêze.

Tabûra El-Qehqah ku piraniya endamên wê ji ciwanên herêma rojhilat in yekemîn pilana Tirkiyeyê di vê projeyê û bazirganiyê de bû. Lê piştî berxwedana Serêkaniyê ya dîrokî ya Yekîneyên Parastina Gel hemû hatin têkşikandin.

Îran û guhertina demografîk li Dêrazorê û Reqayê da ku rola xwe di Sûriyeyê de biçespîne

Sûcên şer ên Tirkiyeyê di çalakiyên koçberkirinê û bicihkirina hin welatiyên din ên ji gundewarên Heleb û herêmên din ên ji Bakurê Sûriyeyê, Îran jî li hemberî wê di nava pêşbirkiyekê de bû û ji rewşa tevlîhev a Sûriyeyê sûd wergirt da ku ew jî siyaseta xwe ya guhertina demografîk li herêma bejahiya Sûriyeyê, gundewarên Dîmeşq û Humisê pêk bîne û ber bi başûr ve biçe da ku armancên xwe yên ciyosiyasî pêk bîne.

Di destpêka şoreşa Sûriyeyê de hebûna milîsên Şîayî di Sûriyeyê de sînordar bûn û tenê girêdayî hin tabûrên Hizbullah a Lubnanê û hin serdarên leşkerî yên Zîrevanên Şoreşgerî ya Îranê bûn. Lê belê bi demê re hejmara milîsên Şîayî zêde bûn û leşkerên wan malbatên xwe jî bi xwe re anîn û li gundewarê Dîmeşq û Humisê bi cih kirin.

Piştî ku şerê navxweyî di Sûriyeyê de giran bû Tirkiye û Îranê bi rola alîkariya siyasî û lojestîk bi komên çekdar ên cûda re rabûn. Di encamê de hejmara tabûrên Şîayî gihîşt nêzî 30 tabûrên mezhebî, hin ji wan Pakistanî, Afganî, Lubnanî, Îranî û Îraqî ne.

Zêdebûna hebûna biyanî ya mezhebî û radîkal di Sûriyeyê de li hemberî hevgirtina civakî ya herêmê bû metirsiyeke mezin û aloziyên cûda bi xwe re anîn, yek ji wan temenê şerê navxweyî di Sûriyeyê de dirêj kir. Li Dêrazorê û gundewarê wê ku rengê wê yê olî Sunnî û eşîrtiya civakî ye, hebûna Îranê têde zêde dibe û milîsên Îranê serweriya hemû aliyên jiyanê dikin, weke xeteke berdewam ji Îraqê ber bi Humis û Dîmeşqê û paşê jî Lubnanê ve ye.

Lê pirsa li vir derdikeve holê gelo rewşa vê herêmê li rex vê tevliheviyê û durişmeyên mezhebî di dîmena leşkerî û civakî de bigihêje ku derê? Gelo gelê Sûriyeyê dê neçar bimîne ku aliyekî ji wan hilbijêre ku herdu laşê Sûriyeyê parçe dikin û xwîna welatiyan ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî û mezhebî dikin qurban? An dê weke projeya Bakurê Sûriyeyê projeya biratiya gelan hilbijêrin ku têde demokrasî û rêzgirtina li hemberî çandên herêm hilbijêrin da ku aramiyeke hemdem li herêmê peyda bikin?

Sibe.. bersivdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk ji bang û projeya netewa demokratîk re hêvî pêk anîn

ANHA