ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.06.2018
6 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Bi boneya duyemîn salvegera şehadeta Feysel Ebû Leyla hevalên wî diyar kirin ku dê têkoşîna xwe li ser riya pêkanîna hêvî û daxwazên wî berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî tevî ku bi rojî ne û tevî bilindbûna pileyên germahiyê ji bo ku pêdiviyên jiyana xwe peyda bikin û zarokên xwe xwdî bikin bi saetan di nava zeviyan de dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Bi nêzikbûna cejna Remezanê re nirxên madeyan bi taybet madeyên xwarinê buha bûne, ji lewra şêniyên Hesekê gilî û gazinan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji ber barîna baranê ya zêde cotkarên Tebqayê berhemên genim û ceh dereng çînin ew jî bû sedema ne başiya berheman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di dema ku mewsimê çandiniyê ya îsal ber bi dawî ve diçe cotkar gelek zehmetiyan jiyan dikin. Ji wan zehmetiyan cotkar dê çawa deynên ji bo pêkanîna çandiniyê de kiribûn, bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi armanca ku kêmasiyên îsal derketine di salên pêş de neyên dûbarekirine, dewereyên perewerdeyê yên amadekirina mamosteyan û pêşxistina şagirtina organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Heyva Sor a Kurd a li Reqayê rojane derdora 350 nexweşan pêşwazî dike û li gundan jî digere û nexweşên wir derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Malbata Nehîr Henna ji komkujiya Seyfo koçberî Qamişlo dibin û Nehîr Henna li bajarê Qamişlo li hemberî yekpêrestî û nijatperestiya dewleta Tirk di dikana xwe de nîşanêyên olan bi destên xwe çê dike û difiroşe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Endamê Meclîsa Sûriyeyaa Demokratîk Bedran Hemo diyar kir ku siyasetên dewletên navnetewî hişt ku Sûriye ber bi hilweşandinê ve biçe. Hemo got ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê girêdayî diyaloga Sûrî Sûrî ye û wiha got: "Ka li şûna Cenêv û Astana em danûstandinê li Şam û Qamişlo bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Xwîna Kurd û Ereban ku di keleha Şiqeyêf de ketiye nava hevûdu têkliyên di navbera Kurdan û Filestîniyan de xurtir dike. 6'ê Hizêranê 35'emîn salvegera şerê "Keleha Şiqeyêf" e û li vir ji bo parastina fikrên giranbuha yên dozên cîhanê û bi taybet dozên herdu gelên Filestînî û Kurdî. (BI WÊNE)

DOSYA

-Tişta ku zulm û desthilatdariya rêjîma Baasê û opozîsyona Stenbolî ya çeteyan li ser gelê Sûriyeyê bi giştî zêde kiriye, bikaranîna Tirkiyeyê ji hin aliyên Sûriyeyê re bû ku ew xwediyê komkujiyên herî mezin di dîroka herêma rojhilat de ye, nemaze yên di derheqê Ermeniyan, Kurd û Ereban de. AKP'ê herêma rojhilatê Sûriyeyê veguhert navenda terorê û qada komkujiyan û bi guhertina demografîk a Îranî hate temamkirin da ku Îran projeya xwe ya Kevana Şîayî li ser hesabê xwîna welatiyên Sûriyeyê pêk bîne. (BI WÊNE)

ANHA