DAIŞ riya Dêrazor û El-Bûkmanl qut kir

Li rojavayê çemê Firatê, li rojhilat bajarê Dêrazorê şerê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ‘ê bi dijwarî rû dide. Hate ragihandin ku di encama şer de bi kêmanî 45 endamên rêjîmê û 26 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Li aliyekî din DAIŞ riya Dêrazor û El-Bûkmal qût kirin.

DAIŞ riya Dêrazor û El-Bûkmanl qut kir
5 hezîran, 2018   14:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ‘ê di roja duyemîn de êrîşên xwe yên li ser hêzên rêjîma Sûriyê li rojavayê çemê Firatê dijwar kiriye.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê êrîşên xwe dirêjahiya 100 km li rexê rojavayê çemê Firatê berfireh kir û hejmarek bajarok û herêmê girtin.

Çavdêriya Mafê Mirovan diyar kir ku di encama şerê di navbera her du aliyan de, bi kêmanî 45 endamên rêjîmê û 26 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan, DAIŞ riya Dêrazor- El-Bûkmal qut kir û tevgera rêjîmê li beşê rohilatê gundewarê Dêrazor pûç kir. Her wiha hate diyarkirin ku di encama şer de birîndar û dilgirtiyên herdu aliyan çêbûn.

(bb)

ANHA