Ji ber teqîna mayîn doxtorek mir û karmendek birîndar bû

Mayînek ku çeteyên DAIŞ‘ê berê li mala doxtorekî diranan bi cih kiribûn, bi doxtor û karmendekî elketrîkê ve teqiya. Doxtor jiyana xwe ji dest da û karmend jî bi giranî birîndar bû.

Ji ber teqîna mayîn doxtorek mir û karmendek birîndar bû
5 hezîran, 2018   14:10

GIRÊ SPÎ  

Doxtorekî diranan ku navî nehat naskirin dema ew û karmendekî elketrîkê yê bi navê Mihemed Elî El-Hesen (30) derbasî mala xwe ya li kolana Basil a bajarê Reqayê dibû mayîn bi wan ve teqiya. Di encamê doxtor jiyana xwe ji dest da û karmend jî bi giranî birîndar bû.

Welatiyan doxtor û karmendê elkerîkê rakirin nexweşxaneyên kantona Girê Spî.  

(bb)

ANHA