Bi boneya roja hawîrdorê çalakî hatin lidarxistin

Mudîriyeta Hawerdorê ya girêdayî Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo bi boneya roja navdewletî ya hawîrdorê (5'ê Hizêranê) çalakiyên cûrbecûr lidar xistin.

Bi boneya roja hawîrdorê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya roja hawîrdorê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya roja hawîrdorê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya roja hawîrdorê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya roja hawîrdorê çalakî hatin lidarxistin
5 hezîran, 2018   13:03

QAMIŞLO

Bi boneya 5'ê Hizêranê (Roja Navdewletî ya Hawîrdorê) Mudîriyeta Hawîrdorê ya kantona Qamişlo parêzgeha xwezayî li gundê Abrê ya navçeya Tirbespiyê bi diruşmeya "Hevgirtina hemûyan çanda hawîrdorê pêş dixe" vekir.

Di parêzgehê de hezar  û 500 dar hatine. Merasîme vekirinê bi beşarbûna dehan endamên Mudîriyeta Hawrîdorê û endamên şaredariya gundê Abrê pêk hat.

Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Rêveber ê Mudîriyeta Hawîrdorê yê kantona Qamişlo Ciwan Osman axivî û ev roj li hemû kar û xebatkarên di warê xweza û hawîrdorê de kar dikin pîroz kir.

Di heman çarçoveyê de Şaredariya Navçeya Tirbespiyê jî hemleya paşqkirina xwezayê û çandiniya daran destpê kirin. Hemle li bajaroka Meşûqê û derdora bendava wê, he wiha li navenda navçeyê hate destpêkirin.Bi dehan endamên şaredariya navçeyê tevlî hemleyê bûn. hemle ji ber riha Muheliq Cenûbî û Kolana Giştî destpê kir, her wiha riya ketina bajar a rojava û kolana Siyahî girt nava xwe. Hemleyê çemê Cerha ku di nava bajar re derbas dibe, girt nava xwe.

Buroya Ragîhandinê ya Şaredariya Gel pankarên bi nivîsên cderbarê paqijiyê û navnîşana wê dalqanin.

Li bajaroka Meşûqa jî endamên şaredariyê riyên bajarok û riyên di nava bajar û gundên derdora wê ji çopê paqij kirin, her wiha parêzgeha Bendava Meşûqê jî hate paqijkirin.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîs jî bi heman armancê endamê şaredariyê hemleya paqijiyê dane destpêkirin. Endamên şaredariêy riyên serkee, park û çerxeriyên di navçeyê de pqaij kirin, her wiha nav daran ji gihayên biyanî paqijkirin û dar av dan.

Endamê Buroya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel Mihêdî El-Ibrehîm derbarê mijarê de got ku armanca wan pêkanîna xwezayek saxlem û paqij e.

Di kongreya yekem a Hewîrdora Mirovahiyê ku di navbera 5 û 16'ê hizêarna sala 1972'an de di bin sponseriya NY hate lidarxistin û roja 5'ê Hizêrnê wekî roja Hewîrdorê hate ragîhandin.

ANHA